Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dibistan

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.43

Not û qarne?

Dibistan pirseke girîng ya hilbijartinê ye. Di dibistana bingehîn de (grundskolan) nêzî milyonek şagirt dixwînin. 350 000 şagirt jî diçin lîseyê (gymnasium). Piraniyek mezin ji dibistanan ên şaredariyan in. Yek ji deh ji wan dibistanên serbest in (friskolor) ango bi awayek prîvat têne rêvebirin. Mesrefa dibistanan ya salane 100 milyar kron e.

Û tevî vê, her sal gelek zarok û ciwan dibistanên xwe bêyî zanebûnek tam bi dawî dikin. Weke mînak, her sal 9 prosent şagirtên dibistana bingehîn (*) di yek ji dersên bingehîn de bi notên qels mezûn dibin. Ji ber vê yekê hemû partî dixwazin bêtir îmkanên aborî bidin dibistanan û pêşî li cûdakariyê (segregation) bigrin. Lê mijara ku fikrên cûda li ser heye meseleya not û qarneyê ye. Hevgirtina burjuwa dixwaze ji sefên mêjtir not û qarne were dayîn. Partiya gel û Xiristiyanên demokrat herwuha dixwazin dîsîplînek tundtir pêk bînin. Partiyên burjuwa û herwekî din Partiya kesk jî dixwazin bêtir dibistanên prîvat werine sazkirin. 

Hukumat dixwaze bi çep û keskan re zêdetir derfet bidin dibistanan ku pêşî li cûdakariyê bigrin. Ew dibistanên ku rewşa wan herî dijwar e wê di nav dido salên pêş de 225 milyon kron di nav xwe de parve bikin. Dibistanên li herêmên ku cûdakarî lê xurt wê bi 1000 kesên alîkar ên nû re werin xurtkirin. Herwuha pere tê dayîn ji wan şaredariyan re ku ji bo şagirtên bi problem re dibistanên havînê çê bikin. Ev her sê partî naxwazin ku di sefên ewil ên dibistanê de not û qarne were dayîn. Di şûna wê de ew dixwazin ”civînên pêşxistinê” (utvecklingssamtal *) werine çêkirin.

Hukumet û Partiya çep dixwazin sînorkirinên ji bo dibistanên prîvat biparêzin. Ew qebûl nakin ku şîriket ji damezirandina dibistanên prîvat pare qezenc bikin. Lê, li hêla din Partiya kesk (mp) dixwaze bêtir dibistanên prîvat ango serbest werine vekirin. Di vê xalê de Mp û partiyên muxalefete li hemberî hukumetê hevgirtinek çêkirin. Di vê sayê de qanûnek ku dihêle dibistanên prîvat û malên çalakiyên dema vala (fritidshem) werine sazkirin ji 1ê tîrmeha îsalîn de kete pêkanînê.

Hevgirtina burjuwa dixwaze:

-         not û qarne di sefên ewil de û di çend kategorî de werine dayîn (Xiristiyanên demokrat dixwazin ji sefa şeşan ve not were dayîn)

-         hedefên netewî (*) yê di zimanê swêdî de divêt ji sefa sisiyan ve were xuya kirin

-         di sefên sisiyan, pêncan û heştan de divêt testên netewî (*) yên mecbûrî  werine li darxistin, ji bo ku dereceya zanebûna şagirtan kontroll bikin.

Partiya gel her wuha dixwaze ji bo hal û hereketên şagirtan jî di qarneyan de nirxandin werine nivîsandin. Herwuha derfet çêbikin ku keç û xort ji hev cûda ders bibînin. Xiristiyanên demokrat dixwazin nirxandinên nivîskî ji sala yekem ve werine dayîn (baştirîn weke not) û reva şagirtan ji dibistanê di qarneyê de were nivîsandin.

Dersên zimanê zikmakî

Hukumet, v û mp hemfikirin ku pare bidin dibistanan ji bo ku hîn ders (weke mînak matematîk) bi zimanê zikmakî yê şagirtan were dayîn. Bi vî re divêt zanebûn û qabîlyeta mamosteyan jî were xurtkirin.

Wekî din hukumet û çep dixwazin sîstema îro biparêzin. Li hêla din Partiya kesk daxwaz dike ku hemû zarokên dibistana bingehîn bibin xwedî mafê dersên zimanê zikmakî û ne tenê li wan deveran ku divêt şert werine cîh (qanûn şert datîne ku ji bo dayîna dersên zimanê zikmakî pêwîstî bi mamosteyek rêk û pêk û kêmasî pênc şagirtan heye – ev şagirt jî divêt li heman şaredariyê bijîn û bingehê zimanê xwe yê zikmakî zanibin).

Bi ya Xiristiyanên demokrat (kd) herwuha şagirtên lîseyê jî divêt xwedî mafê xwendina zimanê zikmakî bin. Gereke li ser şaredariyan were ferzkirin ku van dersan bidin, tevî ku jimara şagirtan kêmtirê pênc kesan be.

Partiya navendê (Centern) dixwaze ew dibistanên ku tecrubeyên wan ên dayina dersên asayî bi zimanê zikmakî heye ji bo şagirtên li dibistanên din jî kar bikin û dersên ji dûr ve (distanslektioner) bidin wan kesan.

AGAHÎ! Di warê şagirtên ku bi zimanên samî, fînî ya Tornedalenê û romanî diaxivin dibistan divêt dersên zimanê zikmakî bidin, her çendî jimara şagirtan ne pênc kes be. Ji ber ku li Swêdê ev ziman weke zimanên kêmenetewan têne naskirin divêt ders ji bo wan şagirtan were dayîn, her çendî ew zimanê xwe rojane bikar naynin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".