Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Tedawî û lênêrîn (vård och omsorg)

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.43

Prîvat an jî girêdayê sektora fermî?

Li Swêdê tedawîkirina nexweşan û lênêrîna zarok û extiyaran xebatekê ye ku ji aliyê sektora fermî (landsting och kommuner) ve tê rêvebirin û bi pareyê ji bac ve tê fînansekirin. Çûyînên aborî gelek mezin in. Tenê dermankirina nexweşan salê 40 milyar kron e. Sosyaldemokrat û Partiya çep alîgirê parastina sîstema îro ne – ”xirsa qezencê gereke nikaribe li ser pêdiviya herî bingehîn a însanan bandor bike”.

Li hêla din Hevgirtina burjuwa – û her wuha Partiya kesk, her çendî ew piştgirî dide hukumeta sosyaldemokrat – daxwaza bêtir xizmetên tendrustî û dermankirinên privat dike. Bi ya wan, tedawîkirin û lênêrîn baştir û bi kalîte dibe, heger mirov karibin di nav alternatîvên cûda de bijartinek çêbikin.

Hukumet, v û mp dixwazin di nav deh salên pêş me de her sal milyarek kron zêdetir bidin lênêrîna extiyaran. Bi van pareyan ewê jimara cihên li xaniyên extiyaran zêde bikin, alîkariya extra ya xaniyan ji bo teqawidbûyîyan bilind bikin û kalîteya dermankirina nexweşên giran baştir bikin.

Wekî din hîn pêşniyazên van her sê partiyan ji hev gelek cûda ne. Sosyaldemokrat dixwazin ji bo dê û bavên ku bi şev dixebitin zarokxaneyên şevê çêbikin. Partiya kesk dixwaze pareyekê garantî ya teqawidbûyînê (garantipension *) veqetîne. Û Partiya çep jî daxwaz dikin ku mirovên bi nexweşiyên psîkolojîk karibin mirovekî bikin nûnerê xwe (personlig ombud *).

Hevgirtina burjuwa 300 milyon kron didin amadekariya ”Reforma bijartina azad” li şaredariyan. Bi vê re ew dixwazin alternatîvên prîvat yên di warê lênêrîna extiyaran de derxînin pêş. Hevgirtin her wuha dixwaze milyarek zêdetirê milyara hukumetê ya salane bide xizmeta lênêrîna extiyaran (äldreomsorgen *).

Pêşniyazên herî tund yên Moderatan e. Ew dixwazin li erzexaneyan serê her kirînê heqekê ji 25 kronê bibirin û parastina mesrefa bilind (högkostnadsskyddet *) ya ji bo dermanan ji 1800 kronî bilind bikin 2000 kronî. Xiristiyanên demokrat jî dixwazin pareyê teqawidiya garanî (garantipensionen) bilind bikin û bac a ji bo mirovên teqawidbûyî daxînin jêr.

Her dû baskên siyasî soz dane ku bi rêya reformek nû tendrustiya diranan ji bo her kesî erzantir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".