Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hevguncî (Entegrasyon )

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.44

Kar, kar û bêtir kar

Milyonek mirov ji nifûsa Swêdê li derveyê welat hatine dinê. 700 000 kes zarokê mirovekî ne ku weke kocber hatine Swêdê. Di medyayê û nîqaşên siyasî de ji vê grubê re tê gotin ”koçber” (”invandrare”). Ev grub gelek heterojen e (weke mînak hem mirovên bi xwendina bilind û hem jî yên ne xwenda hene). Lê mora ”koçber”, di nav zemanek dirêj de, li wan mirovan ketiye ku daketine nav rewşek civakî ya aloz.

Problem gelek in. Çend mînak: 81 prosent ji wan mirovên ku li Swêdê hatine dinê dixwînin an jî kar dikin. Ev jimar li cem mirovên li derveyê welat zayîne 64 prosent e. Tene 52 prosent ji şagirtên bi dê û bavên xerîb xwendina xwe bi dawî dikin. Ji bo zarokên bi dê û bavên swêdî ev jimar 70 prosent e.

Hukumet bi Partiya çep û kesk re li hev kirine ku giraniya xwe bidin ser kar, dibistan û xaniyên subvansiyonkirî.

Çarseriya Hevgirtina burjuwa ya di warê entegrasyonê de çêkirina bêtir derfetên kar e. Ji bo vê ew dixwazin pareyê karbidestiyê (arbetsgivaravgift) ji holê rakin û sîstema fêrbûna zimanê swêdî biguherînin.

Di hilbijartinan de hukumet, partiya çep û kesk li ser van xalan li hev kirin e:

-         Gavavêtina cihê xebatê (arbetsplatsintroduktion *) wê bibe programek daîmî

-         Pareyek extra bidin rêxistinên weke Komeleya navnetewî ya xwedî şîriketan, Internationella Företagarförening, (IFS)

-         Her sal çêkirina perwerdeya mamostetiyê ji bo 300 kesên bi xwendin û dîplomaya ji welatên xerîb.

-         Perwerdeya xwendina bilind ya rêvebirina pratîk (Den högre praktiska förvaltningsutbildningen *) dê were dirêjkirin.

-         1000 mirovên alîkar (resurspersoner) wê li 100 dibistanên li taxên xerîban (segregerade områden) werine bicîhkirin.

-         Li semt û taxên bi xaniyên vîlla wê daîreyên kirê werine avakirin û li taxên bi daîreyên kirê wê vîlla werina avakirin.

-         Pareyê extra wê were dayîn ji bo lokalên çalakiyê yên ciwanan, buroyên li dijî cûdagirtinê (diskrimineringsbyråer *) û lênêrîna extiyaran ya bi zimanên din.

Partiya çep her wuha dixwaze ku saziyên fermî ji şîriketên ku cûdakarî dikin (diskriminering) xizmet nekirin. Partiya kesk jî dixwaze dewlet deyn bide wan şîriketên ku li herêmên bi aboriya xerab kar dikin.

Hevgirtina burjuwa jî di pêşniyaznameya xwe ya di warê entegrasyonê de çend pêşniyaz pêşkêş dikin:

Karên destpêkek nû (bêyî pareyê karbidestiyê), sê salên ewil, ji bo hemû kesên ku rûniştina daîmî (PUT *) wergirtine. Di nav vê demê de wê mirovên nû hatine zimanê swêdî jî bixwînin.Di şûna Perwerdeya SFI, ”pareyê perwerdeyê” (”utbildningspeng”) ji bo nûhatiyan ku bi xwe biryar bidin li kîjin dibistan bixwînin.Zûtirîn û hêsantirîn qebûlkirina (validering) xwendin û tecrubeyên kar ên koçberan.Bilindkirina tezmînata cûdagirtinê (diskriminering)Ceribandina sîstemek nû ji bo mirovên nû-hatî da ku alîkariya wan a sosyalê neyê kêmkirin dema ew kar dikin.Garantiya kar û pêşveçûnê – alîkarî ji bo lêgerîna kar û pratîkê bi berdêla 65 prosentê destheqê (maaşê).

Di pirsên din de hemfikiriyat di nav partiyên burjuwa de nîne. Weke mînak; Moderat, Partiya gel û Xiristiyanên demokrat dixwazin serlêdanên kar ên anonîm (*) biceribînin. Moderat dixwazin saziya entegrasyonê (Integrationsverket) di sala 2007 de bigirin.

Partiya gel dixwaze zarokxaneyên ziman ên rojê sê saatî saz bikin û ji bo hemwelatîbûna Swêdê şerta zanebûna zimanê swêdî deynin.

Xiristiyanên demokrat dixwazin rêxistinên nazîst û nijatperest werine qedexekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".