Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kocberî

Hat weşandin måndag 28 augusti 2006 kl 10.45

Koçberiyek karkeran ya azad an bi şert û şirûd?

Koçberiya ji bo Swêdê bi şert û şirûd e. Mirov dikare rûniştin bi rêya penaberiyê, ji bo girêdana malbatiyê (anhöriginvandring) û bi armanca kar kirinê wergire. Lê ji ber şertên tund kêmtir û kêmtir mirov îltîca dikin. Herwuha şertên ji bo karkirinê rûniştin wergirtin jî gelekî tund in.

Di sala 2004 de 20 000 kes ji bo destûra kar wergirtin. 40 prosent ji wan ji welatekî li derveyê Yekîtiya Ewropayê bûn. Lê di heman salê de tenê 209 kes ji ber kar karîbûn ji bo kar destûra rûniştina daîmî wergirin. Koçberiya hêza kar ji bo welatên rojava pirsek gelek girîng yê pêşerojê ye. Tevî vê yekê bandora vê ya li hilbijartinan gelek bi sînor e.

Lê xeta di navbera baskên siyasî ya di vê meselê de gelek zelal e. Hevgirtina burjuwa û Partiya kesk alîgirên koçberiyek azad ya hêza kar in. Sosyaldemokrat û partiya çep li dijî vê ne. Sosyaldemokrat niha dikarin koçberiyek hêza kar ya bi şert qebûl bikin. Wezîra koçberiyê Barbro Holmberg van hefteyên dawiyê îşaretên di vî warî de dane. Lê di meseleya îltîca û penaberiyê de pêşniyazên partiyan ji hev cûda ne.

Partiyên çepê (s û v) li dijî koçberiyek azad ya karkeran in. Bi ya wan, tiştek wusa dê mafê karkerên nav welat xerabtir bike û destheqan (maaş) daxîne jêr. Ev yek wê zorek mezin jî bide ser sîstema sîgorteya civakî (socialförsäkringssystemet *). Bi gotinek din, wê modela swêdî bi koçberiyek azad têkeve nav talûkeyê.

Partiya kesk daxwaza siyasetek comerdtir ya koçberiya hêza kar dike.

Hevgirtina burjuwa jî vê yekê daxwaz dike. Her çar partiyên hevgirtinê dixwazin heman maf bidin wan mirovên ji welatên derveyê Yekîtiya Ewropayê jî ku ji bo peydakirina kar sê meh werine Swêdê. Şert a bi tenê ew e ku divêt ew karibin di nav wan sê mehan de xwe xwedî bikin. Yên ku kar peyda bikin divêt karibin mafê rûniştina salekî wergirin û karibin ev rûniştin her sala ku kar dikin dirêj bikin. Heger ew karê xwe wenda bikin, mafê wan heye ku di nav sê mehan de karekî nu peyda bikin ji bo ku karibin li Swêdê bimînin. Mirovên ku pênc sal li Swêdê karkirine dibin xwedî mafê rûniştina daîmî. Her wuha penaxwazên ku bersiva negatîv wergirtine, heger karekî peyda bikin dikarin weke koçberê hêza kar werine qebûlkirin.

Di pirsa penaxwaziyê de pêşniyazên partiyan ne rêk û pêk in. Çend mînak:

-         Partiya gel dixwaze koçberiya girêdana malbatiyê (anhöriginvandring *) ferehtir bike û berpirsiyariya xwedîkirinê (försörjningsansvar *) şert dayne

-         Partiya navendê û Xiristiyanên demokrat dixwazin enformasiyona maf û berpirsiyariyan bide penaxwazan.

-         Partiya kesk daxwaz dike ku mirovên salekî li benda bersiva îltîcaya xwe mane otomatîk rûniştin wergirin.

-         Partiya çep daxwaz dike ku Swêd xwe ji hevkariya Schengenê (*) paşve bikşîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".