Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sazkirina partiyek

Hat weşandin fredag 1 september 2006 kl 14.38

·          Li Swêdê tu şert û şirûd ji bo sazkirina partiyan tune ne. Ev tê wê wateyê ku her kesek dikare partî saz bike an jî bibe endamê/endama partiyekê. Di praktîkê de têr dike ku mirov dido kes be ji bo ku li gor qanûnan weke partî were hesibandin. Her partiyek weke komeleyek dilxwaz tê hesibandin.

·          Her partiyek azad e ku nav û nîşana xwe qeyd bike û ji bo tevlîbûna hilbijartinê namzetên xwe qeyd bike. Bi vî awayî partiyek dikare nav û nîşana xwe û lîsteye xwe ya hilbijartinê biparêze. Lê, ji bo beşdarbûna di hilbijartinan de partiyek neçar e ku nav û nîşana xwe qeyd bike.

·          Ji bo qeydkirina nav û nîşana xwe divêt partî bi piştgiriya jimarek xuyakirî hilbijêr serîlêdanek bide hundir. Ev hilbijêr divêt endamê partiyê nebin. Ji bo qeyda di hilbijartinên ji bo parlamentoyê de pêwîstî bi 1500 nav û destnivîsên hilbijêran heye. Ji bo wîlayetê 100 och ji bo hilbijartinên şaredariyê jî 50 nav û destnivîs pêwîst e. Nav û nîşana partiyê nikare bişibe ya partiyek din û divêt partî karibe nîşan bide ku ew xwedî destûrekê ye û komîteyek wê ya rêvebirî heye.

·          Li Swêdê derdora 200 partiyên qeydkirî hene. Partiyek ku dido car ser hev tevlî hilbijartinan nebe qeyda wê tê betalkirin.

·          Serîlêdana ji bo qeydkirina nav û nîşana partiyekê divêt herî dereng roja dawî ya meha sibatê ya sala hilbijartinê were şandin ji bo dezgeha hilbijartinê (Valmyndigheten) ji bo ku qeydkirin karibe di hilbijartinên heman salî de derbas bibe.

·          Tenê rêvebirên xwedîgotin ên partiyan dikarin namzet qeyd bikin. Namzet jî divêt bi nivîskî diyar bikin ku wan destûra qeydkirinê dane partiyê.

Lîsteya namzetên hilbijartinê (valsedlar) ji ku deverî tê?

·          Partiyên ku di yek ji wan dido hilbijartinên dawî de li seranserê welêt bi kêmasî ji sedî yekê dengan wergirtin e xwedî maf in ku bê pare lîsteyên xwe yên namzetên hilbijartinê çap bikin.

·          Di hilbijartinên ji bo meclîsên wîlayet û şaredariyan de jî partiyên ku temsîla wan heye an jî di encama hilbijartinê de temsîl dibin xwedî maf in ku bê pare lîsteyên namezetên hilbijartinê çap bikin.

·          Sisê cûre lîsteyên namzetên hilbijartinê hene: lîsteyên hilbijartinê yên bi navên namzetan, lîsteyên hilbijartinê yên partiyan (tenê bi nav û nîşana partiyê) û lîsteyên hilbijartinê yên vala ku mirov dikare bi xwe navê partiyek li ser binivîse.

Kîjan partî tevlî hilbijartinan dibin?

·          Li Swêdê gelek partî hene. Hem partiyên ku li seranserê welêt xebat dimeşînin û hem jî partiyên ku herêmî kar dikin. Derdora 200 partiyên qeydkirî hene.

·          Tenê heft partî dikarîbûn di hilbijartinên dawî de têkevin parlamentoyê – pêwîste mirov bi kêmasî ji sedî çar ên dengan bidest bixe ji bo ku karibe têde cîh bigre. Van partiyan ev in:

PARTIYA KARKER A SOSYALDEMOKRATAN (Arbetarpartiet Socialdemokraterna)

Sosyaldemokrat partiya herî mezin a Swêdê ye û ji 10’an 4ê dengên swêdiyan werdigre. Ev partî ji salên 1930 û vir ve kêm zêde her tim li ser kar bûye, ji bilî salên navbera 1976 - 1982 û 1991 – 1994. Partî, xeteke sêem a di navbera kommunîzm û kapîtalîzmê de bijartî ye – civakek refahê ku têde aboriya bazarê kêm zêde azad kardike lê dewlet jî di vir de xwedî roleke çalak e.

PARTIYA ÇEP (Vänsterpartiet)

Partiya çep partiya kommunîst a berê ye, ku di salên 1940 û 1950 de bi zêdeyî ji sedî 10ê dengan di dîroka xwe de herî mezin û xwedî bandor bû. Pişt re gelek salan derdora ji sedî 4ê dengan digirt. Lê piştî ku hewl da xwe ji mora kommunîzmê rizgar bike ji nû ve piştgiriya ji bo wê zêde bû. Zehmetiyên di vî warî de careke din sempatiya hilbijêran a ji bo vê partiyê kêm kiriye.  Ev partî dixwaze bandora aboriya bazarê kêm bike û ekonomiya bi plan xurt bike. Lê di salên dawî de pirsên hawîrdor û jinan li profîla xwe zêde kiriye.

PARTIYA HAWÎRPARÊZ A KESKAN (Miljöpartiet de gröna)

Partiya hawîrparêz di sala 1994 de ket e parlamentoyê û ji wê demê ve li ser siyaseta hukumetê ya hawîrdorê bandorek dike. Partî derdora ji sedî pênc ê dengan digre lê ji ber rola xwe ya mêzînî li parlamentoyê roleke nifte dilîze. Salên dawî partî biryara hevkariya bi hukumetê re dayî ye. Armanca partiyê ya hawîrdorî civakek demdirêj e ku dikare bi rêya bacên hawîrdorê û pareyên hawîrdorê were fînans kirin.

PARTIYA HEVGIRTINA MODERATAN (Moderata samlingspartiet)

Moderat partiyek ji baskê rastê ye ku ji armanc û mesajên muhafezekar derbasî fikrekî bazara lîberal bûne. Şîrketsaziyek azad, bacên nizim û kêmtir tevlîbûna dewletî ya di aboriyê de çend ji pirsên herî mezin ên partiyê ne. Van salên dawî partiyê şertên xwe yên ji bo kêmkirina xwedîgotiniya sendîkayan û nerazîbûniya xwe ya li hember mafê kar ê ji bo ewleyîyê nermtir kiriye. Partiyê herwuha di her pirsekî de profîlek civakî bi xurtî derxistiye pêş.

PARTIYA GEL A LÎBERAL (Folkpartiet liberalerna)

Partiya gel partiya liberal a Swêdê ye. Partî pesin dide ku lîberalîzm di têkoşîna li seranserê cîhanê de li hember kommunîzm û muhafezekariyê serfkeftin bi dest xistiye. Lîberalên Swêdê gelek salan ji hilbijêran piştgiriyek qels digirtin, lê di hilbijartinên 2002 de piştgiriya ji bo wan xurt bû û wan ji sedî 13ê dengan wergirtin. Di demên dawî de partiyê helwesteke muhafazakar girtiye, bi daxwaza disîplînek xurttir li dibistanan û şertdanîna li pêş biyaniyan.

XIRISTIYANÊN DEMOKRAT (Kristdemokraterna)

Xiristiyanên demokrat partiyek xwedî siyasetek zelal ya civatmuhafezekar e (socialkonservatift). Ew dixwaze lîberalîzma bazarê bi dewletekî ve ku kesên herî bêhêz ên civatê diparêze re girê bide.  Pirsa ber dilê partiyê malbat e û weke mînak ew li hemberî zewaca kesên homoseksuel e. Partî cara yekem di hilbijartinên 1998 de bi pêş ket û ji sedî 11ê dengan wergirt. Lê piştî ku rêberê wê yê karîzmatîk Alf Svensson di 2004 de xwe ji serokatiyê paş ve kişand piştgiriya ji bo partiyê kêm bû.

PARTIYA NAVEND (Centerpartiet)

Partiya navend mîrasgirê Yekîtiya gundiyan e (Bondeförbundet) ku di serê her tiştî de berjewendiyên gundiyan diparast. Zemanê mezintiya partiyê di salên 1970 de bû. Wê demê nûnerên vê partiyê ji gelek hukumetên burjuwa re rêberî kirin. Lê piştgiriya hilbijêran van 20 salên dawî kêmtir û kêmtir bûye. Pirsa ber dilê vê partiyê herêmîkirin e (decentralisering). Pêşxistina herêman û avakirina civakek ku li wir biryarên siyasî nêzî hemwelatiyan têne girtin. Parastina hawîrdorê jî di mesajên partiyê de cihek girîng digre.

·          Çend partiyên nû ku dixwazin îsal di parlamentoyê de cîh bigrin – yên herî mezin Însiyatîfa femînist (Feministiskt initiativ) û Lîsteya hezîranê ne (Junilistan).

ÎNSIYATÎFA FEMÎNÎST (Feministiskt initiativ)

Însiyatîfa femînîst dixwaze yeksaniya di navbera jin û zilaman xurttir bike û sîstema patrîarkat, ku bi ya partiyê li ser tevayê civakê bandor dike, hilweşîne. Partî ji aliê Gudrun Schyman ve tê rêvebirin, ku berê ji Partiya çep re serokatî kiribû.

LÎSTEYA HEZÎRANÊ (Junilistan)

Lîsteya hezîranê berya hilbijartinên 2004 ên ji bo Parlamentoya Ewropayê hate sazkirin. Ev partiya ku Yekîtiya Ewropa rexne dike bêyî ku bê hêvîkirin ji sedî 14ê dengên hilbijêran wergirt. Lîsteya hezîranê naxwaze hêza siyasî ji Swêdê derbasî Brukselê bibe. Di şûna wê de ev partî daxwaz dike ku bêtir referandum werin li darxistin.

·          Di musteweya herêmî de, ji yên ku hatin jimartin, zêdetir partî hene. Dido partiyên herî mezin ku di meclîsên hîn wîlayetan de têne temsîlkirin Partiya xizmeta tendrustî (Sjukvårdspartiet) û Partiya teqawidbûyiyan in (Pensionärspartiet). Demokratên Swêdê (Sverigedemokraterna) ku di hilbijartinên dawî de li hîn şaredariyên li başûrê Swêdê temsîla xwe dît niha dixwaze xwe bigihîne parlamentoyê.

PARTIYA XIZMETA TENDRUSTÎ (Sjukvårdspartiet)

Partî li çend wîlayetan weke partiyek herêmî kar dike û di bidestxistina temsîla li hîn meclîsên wîlayetan de serkeftî bû ye. Pirsa sereke ya partiyê xizmeteke tendrustî ya baştir e. Hewlekî vê dawiyê ku partiyê bikin netewî û tevlî hilbijartinên parlamentoyê bibin bi ser neket.

PARTIYA TEQAWIDBÛYIYAN (Pensionärspartiet)

Partiyên teqawidbûyiyan yên herêmî li çend wîlayetan temsîlek bi sînor bi dest xistine. Pirsên herî girîng yên partiyê extiyarbûnek bi rûmet û parastina berjewendiyên kesên teqawidbûyî ne. Wekî din partî daxwaz dike ku mirovên bi emir di organên siyasî de li gorî jimara xwe werin temsîlkirin.

DEMOKRATÊN SWÊDÊ (Sverigedemokraterna)

Demokratên Swêdê partiyek dijminê biyaniyan e û mesajên li hemberî koçberiyê ye. Partî îsal cara yekem ceribandinek girîng dike ku xwe bigihîne parlamentoyê. Di hilbijartinên parlamentoyê yên 2002 de partiyê derdora 75 000 deng wergirt. Partî dixwaze koçberiyê kêm bike û Yekîtiya Ewropa betal bike.

Encamên hilbijartinên parlamentoyê  2002                 Procent                               Mandat

Sosyaldemokrat                                                              39,8 %                                144

(Socialdemokraterna)

Moderat                                                                          15,2 %                                55

(Moderaterna)

Partiya gel                                                                      13,3 %                                48

(Folkpartiet)

Xiristiyanên demokrat                                                     9,1 %                                  33

(Kristdemokraterna)

Partiya çep                                                                      8,3 %                                  30 (*)

(Vänsterpartiet)

Partiya navend                                                               6,1 %                                  22

(Centerpartiet)

Partiya hawîrparêz a keskan                                          4,6 %                                  17

(Miljöpartiet)

Yên din                                                                            2,8 %                                  0

(*) Partiya çep îro li parlamentoyê bi 28 kursîyan tê temsîlkirin, ji ber ku ji hilbijartina 2002 ve dido ji parlamenterên partiyê veqetiyan û li parlamentoyê bê partî kar dikin. Ji wan re tê gotin ”siyasetvanên serbixwe” (”politiska vildar”).

PARTIYÊN BALKÊŞ

Li Swêdê her kesek ku dixwaze dikare partiyek saz bike û tevlî hilbijartinan bibe. Ne hewce ye ku mirov partiya xwe qeyd jî bike. Bes e ku mirov karibe lîsteyek hilbijartinê peyda bike û hilbijêran îkna bike ku roja hilbijartinê dengê xwe bidin partiyê. Di hilbijartinên derbasbûyî de 30 partiyên bi vî rengî hebûn. Çend ji wan ev in:

Partî                                                                               Deng

Partiya Kalle Anka                                                           10

Partiya evînê - The Party of Love                                    8

Partiya bêkaran – bibûrin lê em jî hene                          3

Partiya klonkirin na sipas - ez mirovek taybet im            3

Partiya Vîkîngan – Swêd ji YE derkev!                             2

Partiya kuçikan – kuçik dostê herî baş ê mirov e            2

Partiya Tomte - Tomte                                                    1

Partiya beqa kelandî                                                       1

Partiya futbolê                                                                1


Lêkolîn: Ivan Garcia
Werger: Zana Serin
Çavkanî:

Malpera Riksdagê, malpera rêxistina Sveriges kommuner och landsting, Valmyndigheten, rojnama webb Dagens Samhälle, malperên partiyan

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".