Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qaîde û berpirsiyariyên li ser şîrovekirinê

Uppdaterat onsdag 4 januari kl 13.53
Publicerat fredag 1 augusti 2014 kl 17.35

Divê haya şîroveker hebe ku li cihê şîroveyan agahî û zanyariyên hesas nenivîse. Eger tu bixwazî agahdariyekî bidî redaksiyonên me tu dikarî Radioleaks bi kar bînî.

Em dixwazin ku tu yê weke ziyaretvanekî îmkanên şîrovekirina meqale û naverokan li ser sverigesradio.se û li ser rûpelên me yên Facebookê bi kar bînî. Lê ji bo ku gotûbêj di asteke baş û cidî  de werine meşandin divê qaîdeyên jêrîn li ber çav werine girtin.

  1. Destûr ji xalên jêrîn re tune ye.

    - peyamên ticarî an jî agahdariyên  spam.

    - îfadeyên li dijî biyaniyan û yên seksîst.

    - tehdîd, acizkirin, êrişên şexsî, bêbextî, paşgotinî û derew.

    - lînkên ku naveroka wan ji xalên jorîn pêk tê.

    - xwe weke kesekî/a din dan naskirin. Bo mînak, bi awayê bikaranîna navê yekî/a din an jî di gotûbêjekê de ji navekî zêdetir nav bikaranîn.

  2. Divê şîroveya te di derbarê mijara gotûbêjê de be.

  3. Bikaranîna lînkan ji bo nîşankirina çavkanîyan an jî ji bo agahiya zêdetir serbest e, lê divê ziyaretvanên din ji bo fêmkirina şîroveyan mecbûrî şopandina van lînkan nebin.

  4. Şîroveyên ku li dijî van qaîdeyan bin dikarin werine jê birin.

  5. Nêrînên li ser birêvebirinê dê li cihê şîroveyan neyêne nivîsin, ew ê ji redaksiyonên eleqedar re werine şandin.

  6. Şîroveyên ku tu dinivîsî dê ji aliyê herkesî ve werine dîtin. Radyoya Swêdê (Sveriges Radio) dikare nivîsên te bi armanceke din li ser radioyê an jî înternetê bi kar bîne.

  7. Fonksiyona şîrovekirinê li gorî qanûna berpirsiyariya li ser texteyên îlanê yên elektronîk (BBS-lagen) tê bi rê ve birin û kontrol kirin. Ev tê wê wateyê ku divê Radyoya Swêdê tim nivîsên tehrîkker, yên li ser neyariya li dijî komên etnîkî, pornoyên zarokan, ravekirinên neqanûnî yên şidetê an jî yên li dijî mafê telîfê jê bibe. Kesê ku nivîsên li dijî van qanûnan binivîse berpirsiyariyê digire ser xwe.

Hûn dikarin ji bo nêrîn an jî pirsan pêwendiyê bi servîsa guhdaran re deynin. Lyssnarservice: 08-784 84 84, Facebook an jî lyssnarservice@sverigesradio.se.

Ev fonksiyona şîrovekirinê ji aliyê Sveriges Radio AB, 105 10 Stockholm(organisationsnummer 556419-3232) ve tê meşandin.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".