Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ett avsnitt från Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Suryaniyên Swêdê cejnê çawa pîroz dikin?
Tor 24 dec 2015 kl 14:02
Mesîhiyên Torê yên li Swêdê cejna zayinê çawa pîroz dikin? Ҫi ferq di navbera pîrozkirina suryaniyên li Swêdê û swêdiyan bi xwe de heye? Ew kîjan adetên welêt diparêzin?

Bi dehhezaran suryaniyên ji herêma Torê ya bakurê Kurdistanê li Swêdê hene. Bi munasebeta cejna Noelê ya çêbûna Mesîh me serdana mal û îbadetxaneyên suryaniyan kir da ku em meyzênin bê mesîhiyên Torê yên li Swêdê cejnê çawa pîroz dikin? Bê çi ferq di navbera pîrozkirina suryaniyên li Swêdê û swêdiyan bi xwe de heye? Bê wan kîjan adetên welêt karîne biparêzin?

Baran e, emrê min 4-5 sal heye, nîne. Sibê zû diya min û meta min diçine ber dolmîşa gund da ku herine Midyadê. Tu neyta ku ew min bi xwe re bibin nîne, lê ez li pey dolmîşê bi girî xwe dibacînim heta ku zora heft belayan ew min bi xwe re siwar dikin.

Mala ku li Midyadê em diçinê ehlên me yên êzidî ne, sebeba serdana me taziyeke. Xalanekî me yê êzîdî rehmet kiriye. 

Roja din hêj zû xwediyê malê min şiyar dikin. Tişta pêşî bala min dikişîne ew e ku zarokên malê xwe edilandine. Hema bilezûbez ciline berbiheve li min jî dikin, pora min dişikinin kîsikekî têxin destên min û dibêjine min ji zarokan qut nebe da tu winda nebî. Îro eyd e. Lê ev eyd ne ya misilmanan, ne ya êzidiyan e. Ev eyda mesîhiyan e. 

Ez ji maleke misilman, mêvanê maleke êzidî didime pey zarokan û mal bi mal li Midyadê em li eyda suryaniyan digerim. Piştî çend saetan em têra xwe şekir, biskewîtên gufret û şoklad berhev dikin û bi lotik vedigerin malê. Giriyê ku ji bo çûna Midyadê min kirî hêja bû. 

Belê bi taybetî li herêma Torê ya bakurê Kurdistanê rêjeyeke bilind ya mesîhî hebû. Ekseriyeta wan jî mixabin di van 30-40 salên dawî de koçber bûne û ciyekî ku bi hezaran suryaniyên Torê xwe lê girtine Swêd e.

Li taxeke Stockholmê em çûne mêvandariya malbata Orhan û Marîna.

Êvar e, wextê civatê ye. Li devê deriyê mala Orhan û Marina ez pêrgî apê wî Silêman têm. Ew jî hatiye civatê, em pev re dikevin hundir. 

Çaydanê duqatî tê ber me û di ber dagirtina qedehên çay a qaçax re xwediyê malê Orhan gotina apê xwe temam dike.

Zivistanan li Swêdê roj kinin û çend mehan mirov tavê qet nabîne. 2-3 saetan eger dinya tozekê zelal bû wekî din dinya tarî ye. Bi destpêka vê taristanê re, çar heftiyan berya Noelê swêdî dar, pencere û malên xwe bi mûm û lempeyên rengareng dixemilînin. Mala Orhan û Marina jî hem ji derve hem jî hundir hatiye xemilandin. Lê heçî jinên malan e barê wan tim girantir e. 

Di ber çaya qaçax re em kulîçe, mewîj û basîqa li ser masê dixwin. Mazûlvan radigihînin ku çûnhatina wan ya welêt heye. Û her cara ku navbereke kin dikeve pirsên li ser cejnê ew yekser behsa rewşa aloz ya li welêt, behsa şerê kurd û Tirkiyê dikin.

Danûstandina bi welêt re rojane ye. Bi riya înternet, telefon û televîzyonê ew pêşveçûnên li wira ji nêzîk ve dişopînin. Behsa daxwaz û pilanên ku li welatê xwe kar bikin, sermayeya xwe bibine wir dikin. 

Serê bîstikê ez neçar dimînim mijara sohbetê vegerînim ser pîrozkirina cejnê. Û dipirsim bê gelo çi cudahî di navbera pîrozkirina eydên vir û welêt de ew dibînin?

Navenda sereke ya suryaniyên Torê li Swêdê başûrê Stockholmê Södertälje ye. Berya çend salan li vir dêreke mezin û spehî bi navê Dêra Mor Yaqûbê Nisêbînî hatiye ava kirin. Nêzîkê 2000 malbat endamên vê dêrê ne. Suryanî, kurmancî, swêdî, erebî û tirkî, kengî mirov here pêrgî civatên pirzimanî tê. Mijar zû têne guhertin, ji serpêhatiyên fermanê heta bi aloziya ku li warê bav û kalan berdewam e, ji henekên torê heta bi rewşa civata suryanî ya Swêd sohbetên gerim têne kirin. 

Yek ji du kahin ango keşayên ku li dêra Mor Yaqûbê Nisêbînî dinêre Fader Melkê ye. 

Programmet tillhör kategorin: News in other languages
Alla avsnitt från programmet Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 31 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 24 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 17 mar 2016 kl 14:02(16 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 10 mar 2016 kl 14:02(19 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 03 mar 2016 kl 14:02(14 min)
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".