Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ett avsnitt från Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Çima Nûjen şûjina xwe ewqas di PKKê re dike?
Tor 07 jan 2016 kl 14:02
Karîkaturvanê kurd Mamoste Nûjen di hunera xwe de rexneyên tûj bi taybetî li PKK û serokê wê Abdullah Öcalan digre. Çima û ew pêrgî çi nerazîbûnan tê?

Di 7ê meha 1ê, çileya 2015ê de kovara karîkaturên mîzahî ya fransî Charlie Hebdo rastî êrîşekê hat û di êrîşê de heşt jê xebatkarên rojnameyê bi giştî 12 kes hatine kuştin. Du êrîşkarên ku piştre ji aliyê polîs ve hatine kuştin hate ragihandin ku endamên rêxistinên ekstremîst yên îslamî bûne û ji ber ku kovarê karîkaturên di şiklê pêxemberê islamê de çap kiriye hedef hatiye girtine. 

Derbarê encamên êrîşê li ser rojnamevan, hunera karîkaturiyê û rewşa vî şêwazê hunerê di nav civaka kurd de me hevpeyvînek bi karîkaturvan Mamoste Nûjen re kir.

Mamoste Nûjen yek ji kêm karîkaturvanan e ku vê hunera xwe tenê bi kurdî dike. Yekem kitêba karîkaturî ya kurdî jî di sala 1984ê de bi navê Dengê Xêzikan wî xêz kiriye.

Di vê hevpeyvînê de em ê ji Mamoste Nûjen bipirsin bê êrîşên mîna Charlie Hebdo çi tesîrê li karê hunermendan dike? Bê ew rewşa karîkaturvaniya kurd çawa dibîne? Bê ji bo çi ew şûjina xwe tim di PKKê û serokê wê Abdullah Öcalan re dike? Û bê ew ji ber van karîkaturên xwe yên rexnegir pêrgî çi reaksîyonan tê?

Malpera Mamoste Nûjen

Programmet tillhör kategorin: News in other languages
Alla avsnitt från programmet Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 31 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 24 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 17 mar 2016 kl 14:02(16 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 10 mar 2016 kl 14:02(19 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 03 mar 2016 kl 14:02(14 min)
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".