Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ett avsnitt från Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Yekbûna kurdan çend giring e di bîranîna Helebceyê de?
Tor 17 mar 2016 kl 14:02
Dîsa adar bi xem û xweşiya xwe ve hat. Ev sala 28 emîn e ku di 16 adarê, yek ji rojên herî reş di dîroka kurdan de, kîmiya barana Helebceyê tên bibîranîn. Lê gelo kurd çend yek in û li hev in di rojên... wiha de?

Min berê xwe da bajarê Uppsala û li wê derê çend çalakvanên kurd ku bi amadekirina merasîma bîrhatina komkujiya Helebceyê rabûne beriva vê pirsê didin. 

Ew serbixwe ne, xwendevan in, çalakvan in, heval in û kurd in ji deverên cuda ji Kurdistanê bi bîr û baweriyên cuda lê xwedî yek fikir û hizrê ne, ku kurd di rojeke giring wekî bîrhatina salvegera kimiya barana Helebceyê de divê yekbûneke wan hebe.

Ji ber vê yekê jî naverok û bernameya merasîma vê salê bi giranî ye li ser alî û kesayetiyên kurd in.

Mêhvan, Hiyam û Amin û hevalên wan, ev çend sal in ku bîrhatina Helebceyê bi awayên cuda kirine barê xwe û vê salê jî her wisa. Lê bernameya vê salê bi kurdî ye û berê xwe dide kurdên Swêdê.

“Gelo çima em ne yek in dema komkujiyên hember me dibin hember me wekî  miletê kurd dibin bêyî ku me ji hev cuda bikin? Îca êşa me yek e“. Amîn Maskan vê dibêje û li gor nerîna wî normal di nav kurdan de fikir û nerînên cuda hebin, wekî di nav grûpa wan bi xwe de heye, lê girinig e ku ji aliyê pirsên mirovahiyê û pêşerojê ve yek bin.

Herçend ku li gor nerîna van çalakvanan kurd ji hev dûr in li ser asta siyasî û çalakî, lê li hêla din diyar e ku nifşekî nû heye ya bi kêmanî bi gotin li ser medyayên civakî daxwaza nêzîkbûn û hevkariyê dikin.

Amadekirina vê merasîmê gelek ji dema wan xwest û di destpêkê de çend pirsgirêk di rêyan wan de derketin, lê ew her bi programa mersîma bîrhatina Helebceyê razî ne û li gor wan armanca wan pêk hatiye.

Programmet tillhör kategorin: News in other languages
Alla avsnitt från programmet Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 31 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 24 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 17 mar 2016 kl 14:02(16 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 10 mar 2016 kl 14:02(19 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 03 mar 2016 kl 14:02(14 min)
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".