Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Ett avsnitt från Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Hevpeyvîn bi Xalid Azîzî re..
Mån 14 apr 2008 kl 16:00
17 meh berê Hîzba Dêmokrata Kurdistan a Îranê parçe bû. Partiya nû ku navê wê Hîzba Dêmokrata Kurdistan û gotina Îranê ji navê xwe derxistiye, li hêla din girêdanek xwe ya xurt bi Swêdê ve heye…

Çend rêberên kurd ên Swêdê di vê rêxistinê de serok an jî xwedî pozîsyonên bilind in. Xalid Azîzî jî yek ji wan e. Ew berdevkê partiyê ye û her weha berendamê rêvebiriyê ye. Azîzî îro hat studyoya Zayele û hevkarê me Nasir Sîna bi wî re hevpeyvînek çê kir. Ev hevpeyvîn bi temamî 46 deqîqe ye û bi formata MP3 li ser malpera Zayele mirov dikare daxîne jêr.

Keça 10 salî Engla Höglund ku 5 Nîsanê wenda bûbû, mirî hat dîtin. Dîtina wê, di saya îtirafa zilamekî 42-salî yê bin şûphê de bû. Vî mirovî, her weha kuştina jinek din jî girtiye ser xwe.

Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ku serdana xwe ya li Çînê didomîne duh di hevdîtina xwe ya bi serokdewlet Hue JinTao re lîsteyek bi navên 13 girtîyên siyasî da hemkarê xwe û ji wî daxwaz kir ku wan ji zindanê derxînin. Serdana Reinfeldt ya li Çînê, demek dirêj li Swêdê rê li ber nîqaşan vekiribû. Ta ku seroka muxalefetê Mona Sahlin a sosyal demokrat jî boykotekê ji derveyê îhtîmala nehêştibû.

Programmet tillhör kategorin: News in other languages
Alla avsnitt från programmet Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 31 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 24 mar 2016 kl 14:02(20 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 17 mar 2016 kl 14:02(16 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 10 mar 2016 kl 14:02(19 min)
Radyoya Swêdê - ڕادیۆی سوید
Tor 03 mar 2016 kl 14:02(14 min)
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".