Kurdî ..... کوردی
Nûçe û bûyerên ji rojeva Swêdê bi kurdî
Rolê kurdan
Strindberg 100 sal
Tabloyên Strindberg
Fermana ermenîyan
Fêrbûn li Livstycket
Kurdologê bitecrûbe
Kujerê Norvêcê
”Käraste! Idag reser vi äntligen till Kurdistan”
Elon Ahlbäck
Zayele . Kurdisk resa : (1970) (12:39)
Kurdisk resa : (1970) : ”Käraste! Idag reser vi äntligen till Kurdistan” / Elon Ahlbäck
Tisdag 09 september 2008 kl 13:08 (Kurdî ..... کوردی)
|
|
TRT6: xizmet an teslîmiyet?
TRT6 - xizmet yan teslîmiyet (9:32) |
|
Hediye ji rêveberên V
Hediye Güzel endama nû ya rêvebiriya (V) (4:51) Hediye Güzel, siyasetvana kurd, di kongra Partiya çep de ji rêvebiriya partiyê re hat hilbijartin. Pirsên li ji bo wê girîng yeksanî û mesla kurd e. Måndag 09 januari 2012 kl 16:22 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Kurdên Xurasanê
Zayele . Kurdên Xurasanê (7:17) Dr. Behroz Xurasanï li ser kurdên Xurasanê Torsdag 02 mars 2006 kl 10:44 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Hecî vegeryan!
Zayele . hec (4:34) Kurdên Swêdê ji sefera hec vegeryan! Torsdag 02 mars 2006 kl 13:17 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Hip hopvan Ristem
Ristem Kalmar (7:00) intervju med Hipp hopparen Ristem Kalmar Onsdag 15 mars 2006 kl 15:47 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Zian Zandi li Amedê
Zayele . Zian Zandi i Kurdistan (6:30) Rojnamevan Jiyan Zendî li Kurdistanê Måndag 04 september 2006 kl 15:09 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Xwendkar Narin Çelîk
Zayele . Narin (7:01) hevpeyvîn bi Xwendkar Narîn Celik re Måndag 04 september 2006 kl 15:15 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Em diçin Grönalund!
Zayele Gröna lund (6:16) havîn li Gröna lund Måndag 04 september 2006 kl 15:31 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Jiyana samiyan
Zayele samevistet (6:44) Jiyana Semên Swêdê Måndag 04 september 2006 kl 15:37 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Ez hemoseksuêlim
Zayele . Taner (6:12) rapora Senem Alp Måndag 04 september 2006 kl 15:39 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Hunera Greta Garbo
Greta Garbo (6:13) rapora Sukran Kavak Måndag 04 september 2006 kl 16:45 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Blatte de luxe!
Zayele Blatte de luxe (6:15) rapora Senem Alp Måndag 04 september 2006 kl 16:53 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Lars Ohly û kurd
Lars Ohly û kurd (9:45) |
|
Kocha mirovatî
Kocha mirovatî (6:18) Li gor qaîdeyên nûkirî, bi riya DNA mirovatiya xizm û ehlan dê bê eshîkirin. Loma gelek somaliyên ku zarokên wan li Somaliya mane wê bikaribin bigihîjin hev. Lê belediyên ku ev kes dê bênê bi fikar in. Amadekar: Besir Kavak, Radyoya Navnetewî ya Swêdê - SR International 2012-01-09 Måndag 09 januari 2012 kl 13:47 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Dilê zarokekî
Healing hearts/Dilê zarokekî (12:02) Healing hearts/Dilê zarokekî Onsdag 28 december 2011 kl 14:45 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Mesrefên Cejna Noelê
Cejna Noelê û mesrefên wê (7:41) Cejna Noelê û mesrefên wê Torsdag 08 december 2011 kl 11:38 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Firarê Sûrî
Firarê Sûrî (14:21) Di van mihên dawî de gelek lesker ji artêsa Sûrî direvin û bi saloxan giraniya serê li hember rejima Sûrî jî ew dikin. Ji nav artêsa Sûrî jî qala nûçeyên leskerên kurd yê kusti belav dibin. Lê hîna berya 17 salan kurdekî ji Efrînê ji leskeriya Sûrî firar dike û pistî çend salan li Swêdê bi cî dibe. Amadekar: Besir Kavak, Radyoya Navnetewî ya Swêdê/ SR International 2011-12-17 Onsdag 07 december 2011 kl 17:14 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Mehr li Swêdê
Mehr li Swêdê ... مارهیی له سوید (14:22) Astengîyên mehrê derbasî dadgeha swêdî bûne, hevpeyvîn bi zanyarê olî, Mustefa Baravî re Tisdag 06 december 2011 kl 16:21 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Eriksson û Sûrî
Eriksson û Sûrî (6:30) Swêdê nehist ku Yekîtiya Ewrûpa firotina teknolojiya telefonî ya ji bo Sûrî rawestîne. Helwesta Swêdê ev çend rojin tê sermezarkirin. Amadekar: Besir Kavak, Radyoya Navnetewî ya Swêdê /SR International 2011-12-05 Måndag 05 december 2011 kl 14:13 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Doza SOS Alarm
Doza SOS Alarm (4:36) Dozger Gunnar Fjaestad di berpêşkirina daxwaziya xwe de îro çend caran dûbare kir ku hemşîreyê li SOS Alarm dikarîbû jiyana xort 23 salî Emil Linnell xelas bike. Û heger hemşîre ji rêbazên xebatê yên SOS alarmê re sadiq bimana divê wî ambulans şandiba. Onsdag 16 november 2011 kl 15:38 (Kurdî ..... کوردی) |
|
Civînên nezelal
Civînên nezelal (11:43) Ji ber ku di heman danê rojê de, li heman bajarî çar civîn hatibûn pîlankirin. Yek civîna KNKê, ya duduya bîranîna Misel Temo, ya sêya semînerek ser kurdên rojava û civînek Komela Çandî ya Kurdî. Pistî askerebûna bîranîna Misel Temo li Kista, semînera li ser rojavayê Kurdistanê hat betalkirin, lê her sê kombûnên din pêk hatin. Ango civîna KNKê li ABF, bîranîna Misel Temo li Kista Träff û civîna Komela Çandî ya Kurdî, ew jî li ABF. Di civînê de xumamî û kêmasiyên koordînekirinê beloq dikirin. Amadekar: Besir Kavak, Radyoya Navnetewî ya Swêdê /SR International, 2011-10-17 Måndag 17 oktober 2011 kl 13:42 (Kurdî ..... کوردی) |
Rojên reş ên Cuntayê
Beşdar: Paşa Uzun, Cemil Gundogan, Izzet
guhdar bike!
Zayele 12 sep 2005 (30:00)
prodcunet: Zana Serin
Måndag 12 september 2005 kl 13:56 (Kurdî ..... کوردی)
- Lars Ohly:”Kurdên swêdê mînak in”
- Peter Hultqvist ji Tirkiye re dibêje "bes e"
- Helwesta Swêdê li hember Îranê divê çi be?
- Hejmara kuştiyên trafîkê zêde bûye
- Yasayên nû yên sala 2012
- Karkirina li ser TRT6ê xizmet e yan teslîmiyet e?
- YE: divê Swêd qaideyên xwe yên xwendevanan biguhrîne
- Lehengê Swêdî Raoul Wallenberg dibe 100 salî
- Çavdêr li Sûrî ne
- Fatîha li ser dara berûyê! Têkosîna darê
- Kemal Burkay pistî 31 salan vegeriya Vegera Burkay
- Leşkeriya Tirkî sergêjî ye Kurdên Swêd û leşkeriya Tirkî
- "Mafê mirovan girêdayî pirsa kurdî ye" Thomas Hammarberg derbarê pirsa kurdî de
- Yekem ferhenga termînolojiyan swêdî-kurmancî-soranî
- Tirk û kurd li hember hev dimeşin Xwepêşandan
ئیمامانی مزگەوتەکانی سوید ژنان ڕادەسپێرن ملکەچی مێردەکانیان بن!
دوو هاوکاری ژن لەسەر ئەرکی بەرنامەی تلەڤزیۆنیی ئوپدراگگرانسنینگ سەردانی مزگەوتەکانی سویدیان کرد، بۆ ئەوەی لە سەر "ئەو بارودۆخە ناخۆشەی تێیکەوتوون" داوای یارمەتی و ڕاوێژ بکەن. ئەوان دەیانەویست بزانن مزگەوتەکان چ پێشنیار و راسپێرییەکیان هەیە کاتێ لێیان دەپرسن کە ئایا مێردەکەیان دەتوانێ لەگەڵ چەند ژنان بزەوجێ؟ ئایا ژن مافی ئەوەی هەیە لە کاتێکدا کە مێردەکەی داوای سێکسی لێدەکا و ئەو حەزی لێ نییە، بەقسەی نەکا؟ هەروەها ئەوەی ئایا پیاو هەقی ئەوەی هەیە لە ژنەکەی بدات یان نا؟
ئەوان سەردانی حەوت مزگەوتیان کرد و بە تەلەفۆنیش لەگەڵ سێیان ئاخافتن. وەڵامەکان کە بە شیوەی نهێنی تۆمار کراون، لەگەڵ ئەو وێنە فەرمییەی مزگەوتەکان لە خۆیانی نیشان دەدەن و ئەو قسانەی ئەوان کاتێ نازانن کە دەنگیان تۆمار دەکرێ یەکجار جودان و لە دژایەتیی ئاشکرادان. ئەمە لە حاڵێکدایە کە نیوەی مزگەوتەکان لە لایەن دەوڵەتەوە یارمەتیی ماڵی دەکرێن و نیوەی تریان لە لایەن کۆمۆنەکانەوە.
زیاتر بخوێنهوه ئیمامانی مزگەوتەکانی سوید ژنان ڕادەسپێرن ملکەچی مێردەکانیان بن!
"Em li rengê porê yan çandê nanerin"
Futbol li Swêdê yek ji wan sporên herî pirçandî tê hesibandin. Hejmarek zêde ji lîstikvanan ciwanên bi eslê xwe bîyanî ne. Lê dîsa jî hejmara antrenorên kokbîyanî di nav futbolê de kêm e. Klûbeke ku di vî warî de jî gavên mezin avêtine klûba Stockholmê AIK ye. Em çûn serdana Akademîya Ciwanan ya Klûba AIK li Solna û hevdîtinek bi serekê antrenorê akademîyê Elias Mineirji re kir.
Bêhtir bixwîne "Em li rengê porê yan çandê nanerin"
مزگەوتە گەورەکانی سوید ڕێنمایی نایاساییان داوەتە ژنان
شەش لە دە مزگەوتە گەورەکەی سوید ڕێنمایی نایاساییان سەبارەت بە پرسی فرەژنی و سێکس داوەتە ژنان. ئەمە لە بەدواداچونێکی بەرنامەی (Uppdrag granskning) دەرکەوتووە کە ئەمشەو لە (SVT) تەلەفزیۆنی سویدەوە نیشان دەدرێت. ئەو بەرنامەیە سەرەتا بە کامێرای شاراوە و لە ڕێی تەلەفۆنەوە سەبارەت بە ڕێنماییەکانی ئیسلام سەبارەت بە فرەژنی و سێکس هەروەها لێدانی ژن پرسیاریان لەو مزگەوتانە کردووە وەڵام و ڕێنماییەکان بەجۆرێک بوون کە دژ بە یاساکانی سوید بوون بۆنموونە بەڵێ پیاو مافی چوار ژنی هەیە، گەر ژنەکە نەشتوانێت دەبێت سێکس لەگەڵ پیاوەکەی بکات یان بەڵێ پیاو بۆی هەیە لە ژنەکەی بدات گەر پێویست بکات و ژنەکە نابێت بەهیچ جۆرێک پۆلیس ڕابگەیەنێت.
زیاتر بخوێنهوه مزگەوتە گەورەکانی سوید ڕێنمایی نایاساییان داوەتە ژنان
Bandora krîsa yûnanê ser Swêdê
Dema wezîrên darayî yên yekîtîya ewrûpayê doh li Brukselê kom bûn û di nav wan de wezîrê darayî yê Swêdê, Anders borg jî, pirsa ku Yûnan dê dest ji euroyê berde êdî hizirbar bû.
Bêhtir bixwîne Bandora krîsa yûnanê ser Swêdê
سوریا ڤیزای نەدایە سویدییەکان
سوریا داوای ئەو پێنج سویدییەی ڕەتکردەوە کە بەنیاز بوون لەگەڵ تیمی چاودێری نەتەوەیەکگرتووەکاندا لە سوریا کار بکەن. بەپێی ڕۆژنامەی (Svenska Dagbladet) هەوڵێکی دیکە بۆ وەرگرتنی مۆڵەتی چوونە نێو سوریا بەردەوام دەبێت. لە حاڵی حازردا گروپێکی هاوبەشی چاودێر لە سوریا هەیە کە لە 30 نوێنەری وڵاتانی جیاواز پێک دێت، لەنێویاندا چاودێری فینلەندە و نەرویجیشیان تێدایە. ئێستاش هەوڵی ئەوە دەدرێت کە ئەو هێزە 300 چاودێری دیکەی بۆ زیاد بکرێت. ئامانج لەم هێزە چاودێرە ئەوەیە تا لە نزیکەوە بزانن کە ڕژێمی سوری چۆن پەیڕەوی لەو پلانە ئاشتییە دەکات کە کوفی عەنان نێردراوی تایبەتی نەتەوەیەکگرتووەکان بەهاوکاری کۆمکاری عەرەبی پێشنیازیان کردووە.
Duwanzdeh meqamên resmî hilweşînin
Daîreya Rêvebirîya Civakî (Socialstyrelsen), Enstîtuya Enstîtuya Parastina ji şewban û Enstîtuya Dewletê ya Tendurustîya Gelî jî di nav de duwanzdeh daîreyên resmî hilweşînin û di şûna wan de çare nû ava bikin.
Ev pêşnîyaza lêkolînerê hikûmetê Stefan Carlsson e ku îro encama lêhûrnêrîna xwe pêşkêş dike. Bi raya Carlsson ji bo berterefkirina pirsgirêkên guhpêdanê ev guhertin pêwist in.
Bêhtir bixwîne Duwanzdeh meqamên resmî hilweşînin
Ji IMF pesin û hişyarî
Fona pareyan ya navnetewî, IMF, ku serdana xwe ya Swêdê ya salana bi dawî kir, notek erênî da siyaseta fînans û pareyan ya swêdî. Lê di heman demê de IMF hişyariyek jî dide ku Swêd li beramberî frênkirineke mezin ya aborî ye, ku dê di encama vê de îxracat qels bikeve û mezinbûna aborî dakeve navbera ji sedî sifir û yekî. Her weha bi berdewamî xurtbûna krona Swêdê jî weke problemek tê dîtin.
Bêhtir bixwîne Ji IMF pesin û hişyarî
Hells Angels hedefa operasyona polês
Hêza taybetî ya polêsê Swêdê bi armanca pêşîlêgirtina tewankariyên aborî serê vê sibê li herêma Värmlandê avêt ser çend adresan. Lokala çeteya motorsîkletê Hells Angelsê ya li derveyê bajarê Karlstadê yek ji hedefên polêsan bû. Li gorî agahiyên ji polês çend kes hatine girtin. Di operasyonê de her weha Daîreya bac, Meqama li dijî tewankariya aborî, Daîreya îcrayê û hêza operasyonê ya polêsê Bergslagen jî beşdar bûn.
لەمەودوا لە سوید هەڵاواردنی بەساڵداچووان قەدەغەیە
لەمەودوا لە سوید هەڵاواردنی کەسانی بەتەمەنیش قەدەغە دەکرێ، بۆنموونە لە شیرکەتی خانووبەرەدا، شیرکەتی تەلەفۆن، خزمەتە کۆمەڵایەتییەکان (socialtjänsten) و خزمەتە دەرمانییەکان (sjukvården). حوکوومەت پێشنیاز دەکات کە ئەم قەدەغەبوونەی ئەمڕۆ دژی هەڵاواردن بە پاساوی تەمەن لە ژیانی کار و بۆ خوێندن، بۆ بوارەکانیتری کۆمەڵگاش بەرفرە بکرێتەوە.
پێشنیازەکە ئەمڕۆ لە لایەن ئێریک ئوللنهاگ وەزیری هاوگونجی و بەرپرسی کێشەکانی هەلاواردن پێشکەش کرا. ئەو گوتی: ئێمە ڕوانگەیەکی سەیرمان سەبارەت بە تەمەن لە سوید هەیە و مرۆڤی هەندێ بەساڵاچوو وەک ئەوەی کەی لەدایک بوون یان خود وەک تاکەکەس چۆنن، نابینین. توندوتیژکردنی یاساکانی دژی هەڵاواردنی وا دەکات کە ئەم کەسانەی مافیان بە هۆی تەمەنیانەوە پێشێل دەکرێ بتوانن قەرەبوو بکرێنەوە و ڕوانگە و شێوەڕەفتارەکانیش لەبەرامبەر ساڵمەزنان لە سویددا ئاڵوگۆڕی بەسەردا بێت.
زیاتر بخوێنهوه لەمەودوا لە سوید هەڵاواردنی بەساڵداچووان قەدەغەیە
Rêzenîşanderê şikdar sûc înkar dike
Darezandina rêzenîşanderê şikdar yê li Malmöyê Peter Mangs, ku duh destpêkiribû, îro jî bi guhdarîkirina mexdûrekî sereke re berdewam kir. Peter Mangs bi rêya parêzerên xwe dide zanîn ku ew hemû îdîa û sûcdarkirinên dozger yên li hemberî xwe înkar dike, tevî ku dozger gelek delîlên ku dikare wî bi kuştina sisê kesî û birîndarkirina jimarek kesên din re girê bide.
Bêhtir bixwîne Rêzenîşanderê şikdar sûc înkar dike
Lêkolînera hevkarên Stasiyê îfade da
Nivîskar û lêkolîner Birgitta Almgren ku li ser swêdiyên bi îstîxbarata Almanya Rojhilat Stasi re hevkariyê kirine pirtûkek nivîsandibû di çarçoveya lêpirsîna tawankariyê ya li hemberî wê de vebûye îro îfade da. Ji Birgitta Almgren şik tê kirin ku wê, ew sonda nehênîtîyê ya ku dabû, dema li ser arşîva Stasi ya îstixbarata swêdî Säpoyê lêkolîn kiriye, bicîh neaniye.
Dozgerê dadgeha destpêkî ya îdarî Fredrik Ingblad hefteya pêş me dê temamiya lêpirsîna ku meşandiye bişîne ji Mifetişê hikûmetê yê hiqûqî re bişîne. Mifetîş, ango Justitieskanslern, dê binirxîne ka gelo divê doz li hemberî Birgitta Almgren were vekirin an na. Heger sûcdar bê dîtin dê Almgren karibe bi cezayê pare an jî bi salekî girtîgehê bê cezakirin.
Polês penaxwaz ji parêzer veşart
Polêsê sînor yê Swêdê penaxwazekî ji Çeçenîstanê ji parêzerê wî veşart. Piştî biryara sînorderkirina penaxwaz Emlikhan hat dayîn polês daxwaza wî ya dîtina parêzer red kir, tevî ku ev li dijî qanûnan e. Emlikhan alîgirekî gerîllayên çeçenî ye û heger were şandinê Rûsyayê dikare were îşkencekirin û wendakirin.
Bêhtir bixwîne Polês penaxwaz ji parêzer veşart
Extiyar ji cûdakariyê tên parastin
Hikûmeta Swêdê dixwaze cûdakariya li ser bingehê temen di hemû beşên civakê de were qedexe kirin. Îro qedexa cûdakariya temen tenê di beşa bazara karî û xwendekariyê de derbas dibe. Lê bi qanûna nû re dê cûdakarî di tendrûstî û lênêrîna nexweşiyan de, xizmeta civakî, sîgorta civakî, sîgorta bêkariyê, alîkariya dewletî ya xwendekarîyê û girtina karên sektora fermî de jî were qedexekirin.
Bêhtir bixwîne Extiyar ji cûdakariyê tên parastin
Teqawidên li derveyê welat zêde dibin
Jimara kesên teqawidbûyî yên hemwelatiyên Swêdê ku bar dikin derveyê welat zêde bûye. Sala çûyî 1267 hezar kesên li derveyê welat ji Swêdê pareyê teqawidiyê wergirtin. Ev bi sala berê re qiyas zêdebûnek bi sedî sisê ye, radighîne ajansa TT bi jimarên ji Meqama Teqawidiyê (Pensionsmyndigheten).
Lê berya ku bar bikî welatek din girîng e mirov zanibe çi cûre şert û qaîde derbas dibin. Mirovek ku bar bike welatekî derveyî Yekîtiya Ewrûpayê dikare weke mînak pareyê teqawidiya xerentiyê wenda bike û dibe ku mirov neçar be li welatê nû sîgorteyên nû çêbike ji bo karibe bibe xwedî mafê lênêrîna nexweşiyê.
Rêzenîşander li pêşberî dadgehê ye
Gumanbarê rêzenîşander Peter Mangs îro derket pêşberî dadgeha destpêkê ya Malmö. Tê payîn ku pêvajoya dadgehê heftîyê 2-3 rojan bê kirin û di nîvê miha 7ê de ancix ew bidawî bibe.
Di vê roja ewil de dozger Solveig Wollstad wê bi kurtî li gişt sûcên ku gumanbar Peter Mangs ji ber wan tê gunehbarkirin binêre. Di nav sûcan de sê kuştin û 12 hewldanên kuştinê hene. Paşê avûkatên Mangs wê parastina wî bikin.
Bêhtir bixwîne Rêzenîşander li pêşberî dadgehê ye