
Åkesson: ”Hikûmet bi saya kurda komunîst tê avakirin”
Duh piştî hilbijartina Magdalena Andersson weke serokwezîr, piraniya gotûbêjan çûne ser daxuyaniya serokê Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson a li ser kurdan.
Åkesson got girêdanên PYDê bi PKKê re hene û hemû dinya wê weke terorîst dibîne.
Amineh Kakabaveh got tenê Erdogan û Jimmie Åkesson dibêjine van rêxistinan terorîst û ev jî nîşan dide bê xulamokê Erdogan kî ye.
Duh piştî hilbijartina Magdalena Andersson weke serokwezîr, piraniya gotûbêjên raya giştî û nexasim torên civakî çû ser daxuyaniya serokê Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson a li ser kurdan, PYDê û PKK.
– Hikûmeta nû bi saya dengê kurda komunîst Amineh Kakabaveh tê avakirin. Wê jî şert daniye û bi Sosyaldemokratan re levhatiye da pêwendiyên bi partiya komunîst ya kurd PYDê re werine xurtkirin, girêdanên PYDê bi PKKê re hene û hemû dinya wê weke terorîst dibîne.
Ev daxuyaniya Jimmie Åkesson duh, nexasim di torên civakî de bû gotûbêja sereke û îro jî di çendîn rojnameyan de şîrove hatine belavkirin.
Heftiya derbasabûyî Sosyaldemokaratan bi Amineh Kakabaveh re peymanek îmza kiribûn. Di peymanê de tê nivîsandin ku desteka Sosyaldemokratan a siyasî û aborî ji bo Revebiriya Xweser a li bakurê Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê wê were xurtkirin, YPG û YPJ weke têkoşerên azadiyê têne binavkirin û PYD weke hevkarek meşrû tê binavkirin.
Berya çend rojan sekreterê navneteweyî yê Demokratên Swêdê Mathias Karlsson rexneyên tûj li vê peymanê kiribûn û duh serokê partiyê Jimmie Åkesson heman rexne anîne zimên.
Îcar derheqê van îdiayên Åkesson de Amineh Kakabaveh ji êvarnameya Expressenê re got PYD ne partiyeke komunîst e û wiha axivî:
– Di peymanê de me gotiye ew lehengên ku li hemberî Daişê têdikoşin û Swêd ji xwe destekê dide wan ne terorîst in. Hemû cîhan dizane yên ku zora xîlafeta Daişê birin PYD, YPG û YPJ bûn. Tenê Erdogan û Jimmie Åkesson dibêjine van rêxistinan terorîst. Ev jî nîşan dide bê xulamokê Erdogan kî ye.
Hêjayî gotinê ye ku ev helwesta li hemberî PYD û Rojava ji bo siyaseta Demokratên Swêdê re jî nû ye û di rojên pêş de em ê derbarê vê de raporeke berfireh biweşînin.