Navên biyanî kare bibe sebeba ku xwedanê kar peywendiyê bi yê bêkar re daneyne.
Ew kesên ku navên wan cuda bin û navên biyanî bin û agahdariyên şexsî ser xwe qeyd bikin di şebeka komputer Dayîreya kar, arbetsförmedling, di beşê, ”Mitt CV” de, xwedanên kar peywendiyê kêmtir bi wan re datînin, ji kesên bi navên swêdî yê naskirî. Ev yeka li gor lêkolînekê hate çêkirin ji aliyê IFAU de, Instîtua bo encamnirxandina siyaseta bazara kar.
Danil Esposa, muhendisekî bêkar e ji welatê Hondurasê ye, û tu xibretên wî yên baş tunene ji aliyê peywendiyê de bi xwedanên kar re di rêya şebeka komputerê de.
- Tenê yek car bû, beriya sê çar sala de, gava xwedanekî kar peywendî bi min re kir di rêya telefonê de.
Wê carê jî ew peywendî tu kar bi xwe re neanî. Ev heye pênc salên Danil Esposa çê bûye li welatê swêdê , û ew bawer dike ku xwedanên kar yên swêdî xwe didin alî û xwe dûr dixin ji biyaniyan , ji ber ew bawer nakin ku kesên biyanî yên daxwaza kar dikin, xwedanê kompêtensê ne yan jîrbûnê ne.
Danil Esposa:
- Eger mirov wekî nimûne ji Hindistanê be û xwendina xwe li amerika xelas kiribe, li Cambridge yan jî li zanîngehekê din , wê demê mirov ne kêmî jîrbûnekê ye yan kompêtensê ye. lê her dîsan jî kes peywendiyê bi mirov re danayîne. Di baweriya min de ku mesele hemû derbarê pêbaweriyê ye.
Beriya her tiştî ew navên ku li wan tên diyar kirin ku ne ji welatekî rojavayî ne , kêmtir peywendî bi wan re tên danîn ji aliyê xwedanên kar ve.
Shori Jalali , serekê akademisiyenên navneteweyî ye li daîreya kar, ”arbetsförmedlingen” li Stockholmê , dibêje ku astengiyên ku tên rêka van kesan karibe ji aliyê zimanê swêdî de be dema ku nivîskî zaniyariyên xwe yê ziman diyar dikin. Ev astengiyeke bo wan gava ku nikaribin xwe bi awayekî baş û durist bidin nasîn nivîskî û bi zimanê swêdî, di şebekeya komputerê de li dayîreya kar, beşê daxwaz nameya xwe têde dinivîsînin, bi navê ”Mitt CV”.
- Ev kesin daxwaza kar kirine bi awayên din di welatên xwe de. Li welatê Swêdê qayde û normên din hene, awayên din hene, di warê nivîsandina daxwaz nameyekê bo kar, yan jî CV.
Yek ji lêkolînerê beşdarî vê lêkolînê bû li IFAU, Instîtua bo encamnirxandina siyaseta bazara kar, û yek ji kesên ev rapor nivîsand, Jonas Lagerström e. Ew dibêje ku ne bi hesaniye mirov bersiva pirsa gelo çima bi rastî kesên daxwaza kar dikin û biyanî bin , nayên hilbijartin ji aliyê xwedanên kar ve?
Jonas Lagerström dibêje:
- Ronîkirinek ewe ku xwedanê kar ji ber sebebna dijî van kesan ne, û mesele karibe jî ew be ku xwedanê kar di wë baweriyê de ye , ku kesên biyanî zimanê wan yê swêdî şikestiye û ji ber vê yekê jî dixwazin piştrast bin û pêshikmiyan bikar tînin û xwe dûr dixin ji kesên daxwaza kar kiribin û bi navên ne swêdî bin.