Rapora komîsyona YEyê ya Tirkiyê
Rapora pêşkeftinê ya komîsyona ewrûpî gelek kêm cîh dide pirsa kurdî.
- Ev serkeftina dîplomasiya tirkan e , dibêje rojnamevanê kurd Eşref Okumuş.
Rapora ku duh ji aliyê komîserê berferehbûna Yekîtiya Ewrûpayê Olli Rehn ê Fînlandî ve li Brukseê hat diyar kirin giraniyê dide ser nakokiya navbera artêşa tirk û rêvebiriya siyasî. Serkeftina partiya AKP ya Recep Tayib Erdogan ya li hemberî mudaxeleyên serfermandarê artêşa tirk weke serkeftineke demokrasiya Tirkiyê tê pîroz kirin. Li hêla din rapor dixwaze paragrafa 301 a qanûna tirkiyê gavek zû were rakirin. Ev paragrafa qanûnê tewanên ”dijîtiya tirkîtiyê” ceza dike û di nav wan de Hrant Dink ê ermenî ku hatibû qetilkirin û xelatgirê nobelê nivîskar Orhan Pamuk, gelek ronakbîrên kurd û tirk ji ber vê qanûnê niha tên mehkemekirin. Rapor dibêje ev qanûn bi piranî li dijî mesela kurd û ermeniyan tê bikaranîn. Pirsa girîng ya sêem ku di raporê de cihek fereh jê re tê dayîn ya Qibrisê ye. Tirkiye, ji ber ku hîna jî bender û balafirgehên xwe ji kêştî û balafirên Qibrisî re venekirine tê rexnekirin. Olli Rehn diyar jî dike ku cemidandina hevdîtina, wan 8 beşên cûda yên muzakereyê dê berdewam bike.
Di rapora pêşkeftinê ya komisyona Ewropayê ya îsalîn de bi rapora sala çûyî re qiyas gelek kêm caran behsa mesela kurdî dibe. Rapor dibêje hîna jî perwerdeya di zimanê kurdî de di dibistanên dewletê de qedexe ne û ew qursên prîvat ku hatibûn vekirin di sala 2004 de hatin qedexekirin û ji wê demê ve derfeta fêrbûna kurdî tuneye. Rapor her weha balê dikşîne ser dawayên li dijî siyasetvanên partiyên kurd ên weke DTP û HAKPARê û dibêje ji ber ku ew di kongreyên xwe de bi kurdî axivîne têne mehkemekirin. Komisyona Ewropayê dibêje ji bo pêşkeftinên aborî û civakî yên li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê tu gav nehatine avêtin û her weha ji bo ku nufûsa kurdî jî karibe ji hemû maf û azadiyan îstîfade bike tu gav nehatine avêtin.
Tiştên baş bi ya komisyonê ew e ku di pîrozkirina Newroza îsalîn de tu bûyerek negatîf derneketiye, wezareta karê hundir yê tirkiyê ji bo penaberên têne Tirkiyê broşûrek bi zimanê kurdî jî amadekiriye û radyoyek li bajarê Amedê/Diyarbekirê destûr wergirtiye ku bi zaravayên kurmancî û zazakî weşan bike. Her weha çend kanalên televizyonê jî hene ku dikarin bi kurdî weşan bikin, lê qanûna ku dibêje pêwîste ew hemû bernameyên xwe bi textên tirkî bikin dest û lingên van saziyên medyayên girê dide.
Di mesela PKKê de jî, rapor dibêje ew li pişta tirkiyê ne u mafê tirkiyê heye ku xwe li hemberî erîşên PKK biparêze. Lê rapor herweha dibêje hîna jî Tirkiyê şerta Yekîtiya Ewropayê ya ku dibêje pêwîste artêşa welêt di bin emrê rêvebiriya siyasî de be bi cîh neaniye.
Li hêla din, aloziya dawî ya li Kurdistan û Tirkiyê û gefa artêşa tirk ya ji bo operasyonek li başûrê Kurdistanê di raporê de zêde cîh negirtiye. Û deme mirov bi awayek gîştî li raporê binêre pirsa kurdî bi rapora sala derbasbûyî re bi qiyas gelek cîh girtiye. Di rapora 82 rûpelî de gotina kurd tenê 11 car derbas dibe. Herweha gotinên li ser kurdan tên kirin tirkiyê jî aciz nekirine ev car.
Gelo, çima komîsyon di rapora xwe ya dawî de girîngî nade pirsa kurdî? Me ev pirs ji rojnamevanê kurd Eşref Okumuş kir:
- Ev rapor serfkeftina dîplomasiya Tirkiyê ye. Wan bi Ewrûpayê dane qebûlkirin ku PKK rêxistinek terrorist e û ji ber vê yekê heta ku Tirkiye bi hêzek mezin nekeve nav Kurdistan Îraqê dê Yekîtiya Ewropa dengê xwe neke. Ji ber ku YEyê mesela Îraqê bi gîştî û her weha pirsa Kurdistana Îraqê jî hewaleyê Emerîkayê kirine, dibêje Okumuş.
Zana Serin