Tedawîyek nuh li dijî nexweşîya malariyayê derketîye
Lêkolînerên swêdî tedawîyek nuh kifş kirine li dijî malaryaya tund. Ev keşifek gelek girîng e, ji ber ku her sal nexweşîya malarya 2 milyon kesan dikuje. Profesor Anders Björkman, ev lêkolîn bi rê ve biriye.
- Ev derman û metoda nuh ji metodên berî zutir û baştir li dijî malarya dixebite, dibêje profesor Anders Björkman, rêvebirê lêkolîne.
- Bi kifşkirina vê metoda nuh êdî xeyal û fikra nehiştina nexweşîya malaryaye dikare bibe rastî, ji ber ku ev nexweşî nexweşîyek cîddî û navnetewî ye, Björkman dom dike.
Tedawîya nexweşîya malaryayê ne tenê ji dermanekî pêk tê. Wek tedawîya Aids, cancer û tuberkulosê dermanên cuda tên bi karanîn. Dema mirov dermanên cuda bi kar tîne demîn, an resîstens girtin li hember dermanan zehmetir dibe.
Ev lêkolîna ku nuh hatîye çêkirin, çar sal berê li bajarekî di grava Zanzîbar de, li rojhelatê Afrîkayê, dest pê kiriye. Di nav wan salan de şênîyen wî bajarî li dijî malaryayê dermanên belaş wergirtin.
Göran Tomson, doktor li Enstituya Karolinskayê li Stockholmê:
- Ev metoda nuh dikare nisbeta mirina ji nexweşiya malaryayê gelek kêmtir bike.
Encamên vê lêkolîna nuh ev bûn: Di nav sê salan de nisbeta miriyan ji %80 (ji sedî heştê) kêmtir bû. Û nisbeta mirina zorokan nîvenîv bû.
Loma niha ev metod dê li welatên din jî bê bikaranîn. Û reçeteya biserketine jî kombînasyona dermanên gîya yên çîni, dermanên li dijî malaryayê ku ji berê ve hatine bi kar anîn û perda mêşan ku bi derman hatine parastin kirin.
- Pêwîstî bi sîstemên tenduristî yên baş heye li welatên Afrîkayê, lê her weha li welatên din ku malarya lê heye, dibêje Göran Tomson.
Ingegerd Rooth, ku doktoriya mîsyonerî dike, dibêje di vî warî de divê agahî baştir bibe:
- Cara yekem ku agirê zarokên wan çêdibe, divê ew zarokên xwe bibin ba doktor, ne cara duyem an sêyemîn, ji ber ku wê çaxê belkî êdî dereng e.
Lê her weha malarya problemeka aborî ye. Ji ber ku ev lêkolîna nuh ku li Zanzîbar hatîye çêkirin, alîkarîyek aborî girt û derman bo xelkê belaş bû, lê pir caran xelk ji feqirî naçin ba doktor. Loma mirov dive ji xwe bipirse:
- Gelo, emê çawa derman û torên kelmêşan (myggnät) ji bo xelkê belav bikin? dibêje Jeffrey Sachs ji Neteweyên Yekgirtî (FN).