25 000 jin ji aliyê zilaman ve têne lêdan!

Hikûmeta Swêdê bi armanca ku şîddeta li hemberî jinan kêm bike pîlanek tevgerê amade kir. Di vê çarçoveyê de dê bêtir alîkarî bê dayîn ji bo perwerde û lêkolîn, lê her weha jî bêtir pare bidin daîreyên parastina jinan, Kvinnojourer û xebatên ji bo pêşîgirtina şîdedetê. Her wehe hîn pÎlan jî hene ji bo guhertinan qanûnan ya di vê babetê de.

Lê muxalefeta siyasî van hewlên hikûmetê bes nabînin. Ji partiya çep, Vänsterpartietê, Jesefin Brink:

- Beşek mezin ya vê pîlanê pêşniyazên kevin in û berdewamiya nirxandina xebatên destpêkirî ne. Lê elbet hîn tiştên pozîf jî hene.

Tu kesekî muxalefetê li dijî hevkariyek ferehtir nîne, ji bo pêşîgirtina şîddeta zilaman ya li hemberî jinan. Sala çûyî 25 hezar jin, ji ber ku hatine lêdan şîkayetê kirin. Ev jimar tê wê wateyê ku serê her nîv-saatê jinek derb dixwe. Wezîra Edaletê Beatrice Ask dixwaze bêtir kapasîte û desthelatî bide meqamên edlî ku li ser lêdana jinan lêgerînan bikin û zilamên li jinan didin jî bi-sabiqe bikin. Her weha divêt îmkanên tedawiyê jî bêne dayîn ji bo zilamên ku şîddetê bikar tînin.

- Divêt ew zilam jî fam bikin ku ew bi xwe ne mexdûr in, lê belê mirovên xwedî berpirsiyariyanin. Û divêt ew fam bikin ku di şûna kulmên xwe de mejiyê xwe bixebitînin, dibêje Beatrice Ask, wezîra edaletê.

Esabelle Reshdouni ya ji partiya kesk, Miljöpartiet, jî dibêje hikûmet di pîlana xwe de dûrê perspektîfa destheladariya cinsî ye. Ji ber vê yekê jî ew pêşniyazên hikûmetê weke tiştên baş lê ne-berçav û konkret dinirxîne.

- Di civakê de nakokî û têkoşînek di navbera cinsan de heye, di derbarê ku desthelatdarî çawa ji zilama were stendin û bi awayek wekhev were parvekirin. Pêdiviya me bi pîlanên nû tunene. Pêwîste em wan pîlanên ji bo tevgerê yên hene têxin jiyanê, dibêje Reshdouni.

- Pêwîstî bi xebatên bêtir konkret heye, nirxandina tîcareta mirovan heye. Ji bo vê yekê pêdivî bi guhertina qanûnan û bi-hev-ve-girêdana qedexeya serdanê û alarma bi lingan ve girêdidin heye. Lê xuyaye ev tedbîr niha hatine jibîrkirin, dibêje Thomas Bodström, wezîrê berê yê edaletê yê Sosyaldemokrat.

Pêşniyazên hikûmetê yên ji bo parastina xurttir, alîkarî û perwerde ya ji bo jinên ku bûne hedefa lêdanê her weha ji bo jinên ku bûne hedefa şîddeta li ser navê namûsê jî derbas dibe. Heta niha reqemên ku nîşan bide da ev cûre şîddet çiqas mezin e û çiqas pêş ketiye, nehatine tespîtkirin. Keçek ku me navê Leyla lê kiriye wusa behsa wê tada û şîddeta ku ew jê re bûye hedef dike.  

- Malbata min ewil ji min re got ku divêt ez dev ji hevdîtina wî xortî berdim. Piştre gotin heger tu bernadî divêt ew xort bibe musluman. Lê wî nedixwestin. Piştre ji min re gotin heger tu bi ya me nekî emê te bikujin.

Piştre demek dirêj Leyla bû hedefa lêdan û tehdîtan. Bi ya vê keça ciwan meqamên swêdê ewqas meşgul in ku gelek wext digre hetanî keçek ku pêdiviya wê bi alîkariyê heye dikare vê alîkariyê wergire.

Lê wezîra yeksaniyê Nyamko Sabunî dibêje; hikûmet niha di nav xwe de nîqaş dike ku derfet bide jinên ciwan ku bêyî zanebûna dê û bavên xwe karibin alîkarî wergirin. Fikrekî din jî dayîna alîkariyê ye bi rêya Înternetê. Wezîra yeksaniyê Nyamko Sabunî:

- Fikra me ew e ku mirovên ciwan ji vê malpera li Internetê re binivîsînin û ji mirovên ku li ser meselê pispor in bersiv wergirin. Niyeta me ew e ku bi vê rêyê yê pêdiviya wê heye karibe alîkarî û rêhberî wergire û di demek kin de bi miroveke ku di vê meseleyê de xwedî zanebûne re têkilî dayne, dibêje Sabunî.

Rapor: EKOT, navenda nûçeyan a radyoya Swêdê.

Werger: Zana Serin

zana.serin@sr.se