Rexneyên polîsan dijî karê daîreya sûcên krîmînal ya polîsên swêdê.

Rexneyên polîsan dijî karê bo tawanbariyên birêkxistî ewe ku daîreya sûcên krîminal ya polîsên Swêdê gelekî nakin di xebata dijî tawanbariyên birêkxistî de, bi taybetî nav çeteyên motorsîkletan.

Ev rexne têne kirin ji aliyê gelek polîsên ku kar dikin dijî tewanbariyên çeteyên motorsîkletan, ji seran serê Swêdê .

Bingehên van rexneyan ewe ku bi dîtina van polîsan daîreya sûcên krîminal ya polîsê Swêdê karê dijî tewanbariya ceteyên motorsîkletan bi awayekî birêk û pêk kordîne nake.

Li bêhtirînê dayîreyên polîsan li Swêdê, berpirsiyariya çavdêrîna çeteyên motorsîkletan, tenê ser milê yek polîsî ye. û ji ber vê yekê jî gelek ji van polîsan hêrsbûyî dibin ji ber kêmbûna piştgîrîyê.

Şefa dayîreya giştî ya sûcên krîminal, Therese Mattsson ji aliyekî ve bi van rexnan re ye:

- Yeka herî cidî di vê meselê de ew e ku eger ew dihesin ku agahdariyeke kêm digihêje destê wan û ji bilî wê jî piştgîrî û alîkariyeke kêm, wê demê divê ku em baştir bibin di van xalan de.

Mesele bi sadeyî ew e ku daxwazî derametên daîreya sûcên krîminel bêhtir bûye ji gelek aliyan ve, ji ber vê jî divê ku em hizra xwe bikin eger derametên bêhtir pêwîstin yan na.

Îro çar ji polîsên ku li daîreya sûcên krîminal li Swêdê kar dikin ser tewanbariya çeteyên motorsîklan e .

- Em karin baştir bibin ji vî alî ve eger me bêhtir karmend hebana yên ku karîbin herin derve û halîkariya van polîsan bikiriana li cihên tewanbariyê.

Beriya hertiştî nuha em bi pêwîstin ku xebatkarên çavdêriyê û yên lêkolînê dikin bişînin cih, bo ku em karibin kar bikin ser tewanbariya birêkxistî ya giran.

- Ev jî meselake girêdayê dabeş kirina rîskan, bo ku daîreyên resmî yên polîsên herêmî hemû berpirsiyariyê biserê xwe ranekin, lê kesên din ji herêmên din karin halîkariyê pêşkêş bikin, di warê lêkolînê de dijî van krîmînelên giran.

Roja pênçşemê wezîra edaletê ya swêdê Beatrice Ask ya ew navê mobîlîzekirin lê dike, dijî tewanbariya birêkxistî pêşkêş kir, û tewanbariya çeteyên mc-motorsîklêtan beşek jê ye.

Daîreyên resmî ji gelek waran de wê hevkarbî bikin bo ku bi awayekî hesantir xwe bighînin tewanbariya kriminel ya giran.

Polîsên kar dikin dijî çeteyên motorsîkletan û şefa daîreya sûcên krîmînel ya polîsên swêdê Therese Mattsson, hevkariyeke bi vî awayî pêwîst dibînin:

- Hevkariyeke mîna vê bi qîmeteke girane, û hêjaye. Polîs bi serê xwe nikare xebat bike dijî tewanbariyeke birêkxistî, divê em kar bikin bi awayekî ber fireh û daîreyên resmî yê swêdê gerek hevkar bin pêkve.