Sûc têxin stûyê sûcdaran!
Duh, 25 mijdarê, bi munasebeta Roja şîddetê li hember jinê ya Neteweyên Yekbûyî, li çar dorê cîhanê çalakî hatin li darxistin. Têkoşera mafê jinan ya kurd Halala Rafi jî li ser mijara kuştinên li ser namûsê hevpeyvînek da Zayele. Yek ji van gelek çalakiyên li cîhanê jû duh li meydana Sergelstorg a Stockholmê pêk hat. Anija Johansson ji rêxistina Alla kvïnnors hus, dibêje şîddeta li dij jinê binpêkirina mafên wan ên mirovahî ye.
Derdora 60 xwepêşander duh li meydana Sergelstorg a li hev civîyan bi armanca ku tecawizkirina jinan protesto bikin. Sala çûyî, serê rojê 11 jin li Swêdê hatin tecawizkirin. Lê tenê yek ji 5 şîkayetan çûn mehkemê. Anija Johansson ji rêxistina Alla kvinnors hus dibêje têkiliyên wê bi taybetî jî bi keçên ciwan ên ku liwan tecawiz hatiye kirin re çêbûne.
- Ev keç pir caran xwe bi xwe sûcdar dikin. Her weha civaka derdorê jî wan sûcdar dike Ji ber vê yekê gelek girîng e ku em sûc bikin stûyê sûcdarên rastîn.
Annelie Eriksson ku seroka rêxistina Doktorên sînor-nenas e dibêje li gelek deverên cîhanê, bi taybetî jî li wan welatan ku şer lê heye jin her dem di bin talûkeya tecawizê de dijîn. Ew behsa keçek 16 salî dike ku herêma Darfur a Sudanê hat girtin, lê tecawiz hat kirin û li derveyê zewacê dûcan ma.
- Ez naxwazim êş û ezabên jinan bidim berhev û yekî ji yeka din bêtir xedar binirxînim. Ew jinên ku tecawiz li wan bûye ne tenê tendrustiya wan ji hêla fîzîkî û psîkolojîk de xerab dibe, ew her weha ji hêla malbata xwe ve jî têne tecrîtkirin û pirr caran zilam û zarokên xwe wenda dikin. Ango tecawizek gelek encamên xwe yên xedar hene.
Rojan navnetewî ya şîddeta li dijî jinê, di sala 1999’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat îlan kirin. Bi vê îlan kirinê re saziya cîhanî kiryarên wekî sunnetkirina jinan û kuştinên li ser navê namûsê jî şermezar kir.
Halala Rafî ku li rêvebiriya saziya civakê Socialstyrelsen a Göteborgê kar dike ev gelek sal in li dijî çewisandinên li ser navê namûsê têkoşîn dide. Dawiya hefteya derbasbûyî li bajarê Gävleyê wê semînerek da û tiştê herî zêde bala min kişand ew bû ku jinên li welatekî din zilmê dibînin dikarin, weke mînak werin û li Swêdê xwe veşêrin.
Zana Serin
zana.serin@sr.se