Sextekarîya lênêrîna zarokên nexweş
Lî Swêdê dema zarokê/a te nexweş dikeve tu dikarî wê rojê li malê bimînî û li wî/wê binêrî. Di heman demê de tu maaş an pereyê dêûbavtîyê yê demî, tillfällig föräldrapenning, digirî. Lê niha derketîya holê ku gelek dê û bav di vî warî de hîle an sextekarîyê dikin.
Wek mînak, dema ku zarokê/a wan nexweş nîne jî telefonê karê xwe dikin û dibêjin ”zarokê/a min nexweş e” û bi maaş li malê dimînin. Ji bo ku ev hîlekarî an sextekarî raweste hikûmet dixwaze qaîdeyên nuh pêk bîne.
Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, bi gumana sextekarîya bikaranîna pereyên dêûbavtîyê yên demî de, hejmareka sextekarîyê ya di dereceya rekorê de gilî kiriye. Lê li hember van kesan kêm caran doz vedibe. Dozger pir caran biryara girtinê ya dosyayê dide.
Par di navbera meha yekê û meha dehan de 2564 kes bo hîlekirina VAB, Vård av sjukt barn, yanê lênêrîna zarokên xwe yên nexweş, li ba polîs hatin gilî kirin. Lê di heman demê de hejmara kesên ku hatin mehkûm kirin tenê 214 bû.
Û niha wezîra sîgortaya civakî Cristina Husmark Pehrson, li hember Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, rexnegir e ji bo ku ew nikarin vê mesela hîlekarîyê çareser bikin:
- Bo ku em bikaribin vê meseleyê çareser bikin, hikûmet ji daîreyeka resmî (ku li ser van pirsan pirspor e), alîkarî dixwaze. Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, daîreyek wusa ye, lê li gor min alîkarîya wan ya heta niha têr nekirîye.
Stig Orustfjord, şefê sîgortayê li Försäkringskassan bersiva wê dide:
- Li Kaseya sîgorteyê, mirov hem xemgîn e û hem jî şaşmayî ye li hember rexneya wê, û helbet ku wezîr ji karê me razî be ji bo me baştir e. Em divê li ser vê mineqeşe bikin.
Her weha Orustfjord, ji bo parastina rexneyên xwe dibêje:
- Tenê çend hefta wext dabûn me ku em pêşnîyarên xwe yên cuda pêşkeş bikin, û me di nameya xwe de gotibû emê hîn pêşnîyarên din jî pêşkêş bikin.
Lê gelo, wezîra sîgortaya civakî, dixwaze çi bigore di derbarê qeydeyên VABê de, yanê lênêrîna zarokên xwe yên nexweş?
- Wek mînak, ku zarokê/a te îro nexweş bibe, mafê te heye ku tu çend sal piştî vê agahî bidî Försäkringskassan û perên xwe yê dêûbavtîyê yên demî bigirî.
Lê Försäkringskassan, di derbarê pêşîlêgirtina sextekarîyê û çareserkirina pirsê de tam bê pêşnîyar nîne. Yek ji pêşnîyarên wan pêkanîna kontoyeka ewlehîyê ye, yanê Trygghetskonto, bo her kesî.
Ev kontoya ewlehîyê, tê vê manê: alîkarîyên cuda yên aborî ku xelk ji daîreyên cuda werdigire dê dikevin heman kontoyê û wê çaxê dîtina hîlekirinê hêsantir dibe, yanê wê çaxê du (2) daîreyên cuda nikarin di heman demê de alîkarî bidin mirovekî, wek mînak mirovek hem ji Försäkringskassa û hem ji kaseya bêkarîyê, A-kassa nikare alîkarî bigire.
Di mesela VABê de, bêyî vê problemê, ango problema ku mirov dikare di heman demê de ji alîyên cuda alîkarîya aborî bigire, hin problemên din ji hene.
Wek mînak dê û bav hene ku dema zarokê wan nexweş nîne telefonê karê xwe dikin û dibêjin ”zarokê min nexweş e”. Zarokê xwe dişînin zarokxanê û bi xwe jî bi maaş li malê dimînin. Ji bo ku mirov bikeribe pêşî li hîleyek wusa bigire, hikumetê pêşnîyazek nuh amade kirîye. Li gor vê pêşnîyazê, dema ku dê an bav telefonî cîyê karê xwe dikin û zarokê xwe nexweş dinivîsin, divê zarokxane belgeyekê binivîse ku zarok wê rojê neçûye zarokxaneyê.