
Roja dawî bo şandina beyannameya xwe ya bacê.
Îro duşem, 4 heyva gulanê roja dawî ye bo şandina beyannameya xwe ya bacê, självdeklaration, bo Skatteverket, daîreya bacê ya giştî. Eger mirov dereng bimîne û beyannameyê neşîne, wê demê mirov dibe deyîndarê daîreya bacê ya giştî bi 1000 kron.
Û eger sê meh ser re derbas bibe û hîna mirov neşandibe, wê demê divê mirov 2000 kronî bêhtir bide daîreya bacê ya giştî, herweha piştî pênc heyvan dibe 3000 kron.
Diyare ku nuha danberhev bi berê re, bi gelekî hesanîtir bûye bo milet ku beyannameya xwe ya bacê rêbike, eger hemû agahdariyên nivîsandî di belgeya beyannameyê de durist bin û pêwîstî nebe mirov tiştekî lê zêde bike yan biguhere, bese eger mirov bi rêya sms, telêfonê de yan jî di rêya înternetê de rêbike.