Tenê nîvê hejmara kesên bêkar îro perên kaseya bêkariyê werdigirin.

Ev yeka tên diyar kirin di lêkolînekê de ji aliyê çavdêriya sîgorteyên bêkariyê ve, IAF, û hem jî arbetsförmedlingen ve, daîreya kar.

Rewş herî xirabe û dijware bo wan kesên daxwaza kar dikin û yên li welatekî derveyê welatên bakûrî ji daîk bûnin û hem jî bo kesên genc. Tenê her serê pênc kesa yek ji wan yên bin 25 saliyê de endamê kaseya bêkariyê bûn.

Kristian Persson, analîzerê bazarakar e li çavdêriya sîgorteyên bêkariyê IAF, ew wisa dibêje dervbarê vê yekê

- Hejmara kesên qeîd kirî wekî bêkar ba arbetsförmedlingen, daîreya kar bi gelekî kêmtir bûnin.

Gelek kes dest ji kaseya bêkariyê berdanin di van salên dawî de. Ta sala 2004 hejmara kesên bêkar û yên perên kaseya bêkariyê werdigirtin, dora 70 % bûn, lê sala par beşê wan 45 % bûn. Ji ber qanûnên nû, wisa bû ku kesên berê ji mafên wan bû ku perên kaseya bêkariyê wergirin, nuha di şûna wê de tezmînata werdigirin ji försäkringskassan, kaseya sîgorteyan, bi rêya wekî nimûne garantiya kar û pêşketinê.

Li hêla din jî qanûn xurtir bûnin ji aliyê a-kassayê ve, kaseya bêkariyê, bo xwendevanên nû dîploma xwe standibin û hîna kar ji xwe re peyda nekiribin, mafê wan bo kasseya bêkariyê tên rakirin.

Kristian Persson, ne gelekî ecêbmayî derbarê wê ku ev rewşa dijwar bêhtir bi bandore ser ciwanan:

- Sîgorteyên bêkariyê henin û ew ava dibin ser bingehê ku yek kar bike, û li gor hemû mercên kar be, ev yeka peyda bû ye di dora 100 salî de.

Bêhtirînê caran wisa ye ku kesên genc ne xwedan wê xibreta jiyana karin ya tên daxwaz kirin di bazra kar de. Û ev yeka merceke bingehîne bo ku ew karibin xwedan maf bin di wergirtina perên kaseya bêkariyê de.

- Li vê derê astengiyeke heye girêdayê wê bê çima milet nikarin endambin, ev yeka jî ji gelek aliyan ve girêdayê şexs bi xwe ye. Bo kesên genc bi zehmete derbasî bazara kar bibin û hem kesên ji aslên biyanî jî bi zehmet dibînin ku derbasî bazara kar bibin ji bingeh de.  

Kristian Persson bû, analîzerê bazarakar e li çavdêriya sîgorteyên bêkariyê, IAF.

Di van salên dawî de jî gelek kes, hem ciwan û hem jî yên temen bilind, bi carekê re dest ji endametiya a-kassayê, kaseya bêkariyê berdanin, lê ev ne sebeb e ku bêhtir kesên bêkar perên kaseya bêkariyê werdigirin.

Li gor TCO, Rêxistina Karmendan ya Navendî, ku beriya nuha danberhevkirin çêkirin navbera kaseya bêkariyê de li Swêdê û li welatên din. Li gor wan bêkarên swêdê kêmtir pera werdigirin ji kaseya bêkariyê, danberhev bi welatên din yên bakûrî re, Fransa, û Almaniya. Tenê li Britaniya yê kesên bêkar kêmtir pera werdigirin ji kaseya bêkariyê danberhev bi Swêdê re.

Sebeba ku Swêdê wisa li paşe derbarê vê yekê, ew e ku asta herî bilind ya sîgorteyên bêkariyê ye. Perê herî gelek bo swêdiyekî bêkar di heyvê de kare bigihêje dora 15 000 kron.

Derbarê vê yekê serokê TCO Rêxistina Karmendan ya Navendî, Sture Nordh wisa dibêje:

- Di her gavekê de perên vê asta bilind bilindtir nekirinin. Dema hatinî bêhtir dibin di welatên din de dibêjin, nuha divê em li gor hatiniyan herin, bo ku asta herî bilind ya hatiniyan jî bi wê re bilintir bibe. Ev yeka li Swêdê nehatiye kirin. Di şûna wê de hukûmeta Swêdê di vê dema dawî de ev asta herî bilind kêmtir kiriye.

Serokê TCO bû, Rêxistina Karmendan ya Navendî, Sture Nordh.