Hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê û belediyên Swêdê.

Tenê ji sêyan yek beş ji belediyên Swêdê pere û karên xwe datînin ser belav kirina agahdraiyên pêwîst bo hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê ya dê 7 heyva şeşan bên li dar xistin.

Di pirsanemeyên ku radyoya Swêdê şandin bo 290 belediyan, tenê 109 ji wan bersiv dan ku ew bi nêtin perên bêhtir deynin ser agahdariyên yekîtiya ewrûpayê. 125 ji wan bersiv dan û gotin na, û 56 beledî bi carekê re bersiv nedanin.

Gelek hizren cuda peyda dibin nav siyasetmedarên belediyan de derbarê bê ew çima dixwazin giraniyê deynin ser belavkirina agahdariyên giring û berfireh derbarê yekîtiyê û hilbijartinên parlamana wê, yan jî çima naxwazin giraniyê deynin ser vê yekê.

Du ji belediyên herêma Stockholmê du rêyên cuda hilbijartinin, belediya Botkyrka û belediya Haninge. Belediya Botkyrka, ya herî çalak e di Stockholmê de bi berfirehbûna bernameyên taybetî bo hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê. Bo kampanjên cuda nêzîka 700 000 kron hatiye serif kirin, ev yeka bi piştgîrî ji aliyê hemû partiyan di mecilisê belediyê de rûniştinin..

Navbera 30 ta 40 kesî bi perakî biçûk hatinin kar dan ji aliyê belediyê ve bo ku agahdariyên civakï belav bikin di civakê de. Ev kesana dê herin seredanên dibistanan, komeleyan, rêxistinan û zanîngehan, wê çalakdar bin di kampaniyan de bo hejmara beşadarbûna hemwelatiyan bêhtir bikin di hilbijartinê de.

Jens Sjöström, endamê birêvebirina belediyê ye ji aliyê social demokratan ve di belediya Botkyrka de û ew dibêje ku bi hêvî ye hejmara kesên beşdarî hilbijartinana binin di Botkyrka de ya herî bilind be danberhev bi deverên din re di Swêdê de:

- Me gelek kar daniye ser kampaniyên bo hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê, me giranî danîye ser amadebûna bêhtir bo milet bi rêya xaniyên taybetî yên hilbijartinan, û yên bigerin nav komeleyan de, cihên kar de, dibistanên lîsê de, yên bi rêyan wan mirov kare di cih de dengê xwe bide.

- Ji bilî wê jî em kar dikin ser wê ku em agahdariyê belev bikin bi zimanên cuda derbarê tiştên pêwîst wekî, ji mafê kê ye dengê xwe bide di vê hilbijartinê de û mirov çawa dengê kare bide. Wekî din jî em şîroveya û debata vedikin derbarê yekîtiya ewrûpayê di dibistanên lîsê de, bi beşdarbûna çendin ji namzedên parlamana ewrûpayê.

Jens Sjöström bû, endamê birêvebiriya belediya Botkyrka ji aliyê social demokratan ve.

Li belediyeke din, Haninge, piranî yên birjua biriyara xwe danin ku perekî kêm deynin ser belav kirina agahdariyên giştî derbarê hilbijartinên parlamana yekîtiyê. Ew jî bi rêya daxuyaniyeke biçûk di rojnameyên herêmî de. Lê beledî dê karê dengdanê bi hesanîtir bike bo kesên di herêmê de dijîn, ew dê sindoqên hilbijartinê deynin dukanê xwarinê yê herî mezin de.

Mirov kare beriya demê jî dengê xwe li wê derê bide. Raymond Svensson ji aliyê partiya navendê de di birêvebiriya beldeiyê de bi berpirsiyarî di warê pêşketina demokratiyetê û hevkariya navneteweyî di belediya Haninge de, bêhtir behsa vê yekê dike:

- Mixabin, lê divê bêjim ku milet bi giştî belkî hizra wê nakin ku hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê tên li dar xistin 7 ê heyfa şeşan. Lê em yên çalakdarin di partiyên siyasî de, em bi hêvînin ku hejmara kesên beşdarî hilbijartinan dibin bilindtir bikin. baştir e eger raya xwe vala bidin û ne li malên xwe de rûnin.

- Danberhev bi hilbijartinên beriya pênc salan de, em îro bêhtir kar dikin. Me cih çêkirinin bo milet ku karin ji 25 heyva gulanê ve herin dukanên xwarinê û dengê xwe bidin. Em dê daxwiyaniyan bêhtir bikin di rojnameyan de û agahdariya bêhtir dê deynin ser malpera me.   

Raymond Svensson bû ji aliyê partiya navendê ve di birêvebiriya beldeiya Haninge de.