Lêçûnên alîkariya aborî ya civakî zêde bilind dibin.

Lêçûnên bo alîkariya civakî dê bêhtir bibe bi nêzîka 3 miliyar û nîva navbera 2008 de ta 2011 de, ev yeka li gor pêşbîniyên beledî û mecilisên wîlayetên Swêdê.

Nûçeyeke ne bi kêfe ew e ku belediyên Swêdê dê bi 3 miliyara xisar li wan bên kirin di vê salê de. Ji ber ne bi pêwîstiya bilind kirina baceyan bin sala bê, divê beledî 5 miliyar kronan deynin ser hev sala 2010 û 8 miliyraran sala 2011, ev yeka bo ku karibin hemberî dexta lênerîna tenduristiyê rawestin û baceyan bilind nekin.

Beledî û mecilisên Swêdê bawer dikin ku bac dê bi 21 öre bilindtir bibe sala bê, ev yeka jî dibe 3,4 miliyar bêhtir dê bide sektorê. Û yê mayî divê beledî deynin ser hev.

Ew dixwazin jî bêjin ku rewş ne wekî heve di hemû belediyên Swêdê de, bandora krîsa aborî ser hindeka gelekî dijwar bû û bo belediyên din hîna ji 2008 de rewş ne baş bû û bo wan di vë salê de û hemjî sala bê rewş dê her xirabtir bibe.