Agahadriyên hilbijartinê kêm in bi zimanên cuda.

Kêmtir ji heyvekê ma ye bo hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê û hîna jî nemumkin e mirov agahdariyên hilbijartinê yên pêwîst peyda bike ji partiyên swêdî bi zimanên cuda, agahdariyên ku hatinin wergerandin.

Herçend heft ji heşt partiyên di parlamana yekîtiya ewrûpayê de, dibêjin ku ew dikin agahdariyan bi zimanên ji bilî zimanê swêdî amade bikin, tenê partiya gel, moderatan û socialdemokratan ta nuha kurtasiyên hilbijartinê amade kirine ser netê.

Ji wan partiya gel ya herî çalakdar e, ji vî alî de, wan ta nuha agahdariyên xwe yên hilbijartinê bi 22 zimanan wergerandinin.