HNN (BNP) ya Swêdê bilind bû

Hatinîya Neteweyî ya Nesafî ya Swêdê di demsala yekem de, bi ya çûyî re qiyas, bi sedî 1.4 zêde bû. Ev jimareke mezintirê texmîna aborînasên Swêdê bû ku bawer dikirin dê mezinbûna aborî sedî 0.9 be. Bi ya demsala yekem ya sala 2009 re qiyas jî, mezin bûna Hatiniya Netewî ya Nesafî bi sedî 3 zêde bûye. Nîvê vê zêdebûnê ji ber zêdebûna serfkariya şexsî ye.