Şêlankerên Bukowskiyê hîna jî nehatin dîtin

Şêlankerên duh Fîrmaya Mazatê Bukowski li Stockholmê şelandin hîna jî nehatine girtin û polês heta niha tu rêçeke li dû wan peyda nekiriye. Şêlankarên ku bi rûyên pêçandî û çek avêtin ser Bukowskî ya li navenda bajarê Stockholmê mucewherên bi buhaya 12 milyon bi xwe re birin. Şêlankar bi otomobîlek ku li ser navekî sexte hatibû kirêkirin reviyan û otomobîl têde çekekî li caddeyeke nêzî cihê bûyerê hat dîtin. Polêsê Swêdê ji bo dîtina şêlankeran ji Interpolê alîkarî xwestiye.