Quick hat rûspîkirin

Dozger doza kuştina turîstê îsraîlî Yenon Levî ya sala 1988 ya li hemberî Thomas Quick, betal kir. Serdozger Eva Finné ji ajansa nûçeyan TT re dibêje delîlên li hemberî Quick bi têra xwe tune ne. Ev biryar tê wê wateyê ku Quick – ku îro navê xwe Sture Bergwall e, ji ber vê kuştinê tê rûspîkirin.

Thomas Quick di şeş mehkemeyan de ji ber kuştina heşt mirovan, sisê ji van li Norwecê, mehkûm bûye. Wî her weha di lêpirsîna polês de jî zêdeyî 20 kuştinan girtiye ser xwe.

Sala 2008 Thomas Quick hemû îtirafên xwe bi paşve girtin û serî li jinûve mehkemekirinê da. Di kanûna 2009’an de dadgeha îstînafê biryar da ku kuştina turîstê Îsraîlî jinûve were dadkirin. Bi vî re serdozger Eva Finné dikarîbû an dozeke nû veke an jî doz betal bike, û niha diyar bû ku wê biryara betalkirinê daye.

Thomas Quick her weha serî lê da ye ku ji ber kuştina Therese Johannessen ya sala 1988’an ji jinûve were darezandin. Û wî diyar kiriye ku di kuştinën din de jî serî jinûve mehkemekirinê bide.