AFGANISTAN

Leşkerên swêdî hatin gulebarankirin

Roja çarşemê hêzekê dewriyê ya ji leşkerên swêdî û fînlandî pêk dihatin li rojavayê bajarê Mazar-î-Şerîfê bûn hedefa gulebarankirinekê. Wesayîta leşkeran li nêzî baregeha wan asê bûbû.

Gulebarankirin bi roket û çekên otomatîk hat kirin. Leşkerên swêdî û fînlandî bersiva êrîşê dan û bang li balafirên şer kirin, lê pêwîst nebû ku balafir jî li êrîşkaran biteqînin. Di êrîşê de tu leşkerekî swêdî birîndar nebû, lê nayê zanîn da tu zerar giha êrîşkaran an na, radighîne artêşa Swêdê.