Doza "şêlandina helîkopterî"

Îro doz vebû li deh kesên gûmanbarên bûyera şêlandina helîkopterî ya depoya binirx ya bi navê G 4 S. Bûyer di 23’ê îlona sala par li taxa Västberga li başûrê Stockholmê pêk hatibû. Ev bûyera bi nav û deng, di çapemeniya swêdî de mîna şêlandina herî mezin di dîroka tewankariyê ya Swêdê de bi nav bû.

Pênc bi sûcê şêlandina û pênc jî ji bo alîkarî yan jî amadekarina ji bo şêlandina giran giran tên tewanbar kirin. Di nava bersûcan de pîlotê helîkopterê û yek ji sê tewankiran ku ketibû nava depoyê hene.

Tiştê ku hatibû dizîn û bi buhayê 39 milyon kronî ye, dîsa pêde nebûye û çend ji gûmanbaran hîn jî nenas in û nehatine girtin. Polîs gûman dike ku duqatên yên diyar kes di bûyerê de cîh girtine.

Îspatên hene bi şêweyê dîmenên ji kamerayên çavdêriyê, şahidan, dna û guhdariya li telefonan in, û têr dikin ji bo sûc bên dayîn, li gorî serdozger Björn Fritiof:

- Îspat ewqas giran e ku dikare têr bike ji bo ceze bê birrîn li van deh kesan. Ji ber ku ew tev sûc înkar dikin û piraniya îddiayên me înkar dikin, îspata li dijî wan hîn zêdetir dibe ji wê rewşa ku wan şertên din destnîşan bikira.

Lêkolîna sûcî ev deh meh in berdewam e û bi dehmilyonan kron mesref lê bûye.

Niha sîstema çavdêriya depoyên binirx hîn baştir dibe. Ji payîzê û pêde dê 29 depoyên binirx bi taybetî bên parastin. Ev tê wateya ku dê mimkun bibe ku wêneyên çavdêriyê yekser bên şandin bo polîs dema alarma êrîşê lêbide. Wiha dê polîs bikare şêlandinên depoyên binirx zindî bişopîne.