Qaîdeyên nû di ber çav re derbas dibin

Qaîdeyên nû yên ketina zanîngehê, digel ku hîn nû ketine tevgerê jî dê ji aliyê hikûmetê ve ji nû ve werin nirxandin. Rexneyên tûj li sîstema nû hatine kirin bi sedema ku li xisara mirovên temenmezin û serlêderên ji welatên din e.

Wezîrê zanîngehê Tobias Krantz dibêje divê sîstema nû di ber çav re derbas bibe:

- Divê em li xwe mikur bên ku me xal bi xal encamên vbê sîstema nû li ber çav negirtine. Lê îcar di vê rewşê de divê siyasetmedarek xwedî hesta berpirsyariyê bibêje baş e nexwe em dê guherînên pêwist bikin û sistemê qenc di ber çav re derbas bikin.

Viktoria Göthe ku dê saleke din serlêdana zanîngehê bike, yek ji wan yên fêdegir e li gorî qaîdeyên sîstema nû. Bi nêrîna wê ne neheqiyek e ku xwendina kursên zêde yên matematîk û ziman puanên merîtî ango şiyandarî dide kesên ciwan.

- Ne neheqî ye. Ji bo yên ku berê dibistan qedandine pir wext hebû ku dest bi xwendina xwe ya bilind bikin.

Lê li gorî Lennart Ståhle ku cîgirê midurê giştî yê Daîreya Zanîngehê Högskoleverketê ye, qaîdeyên nû ne adil in. Ew dibêje qaîdeyên nû bi hiqûqa YE re li hev nakin û li dijî lihevhatinên welatên Bakur e ku li gorî wan divê hemû serlêdan bi şêweyekî hevnirx bên dîtin, û ku Swêd dikare ji ber van qaîdeyan bê mehkûmkirin.

- Ji bo wê divê kesek li cem YE’yê giliyê Swêdê bike û wê demê îcar dê YE mijarê bigire dest. Îcar mimkun e ku Swêd neçar bimîne ku qaîdeyên xwe biguhere. Lê ez hêvî dikim bêyî mecbûrkirina YE’yê em wan guherînan bikin.