Pirsa serxwebûna Kosovayê li dadgeha NY ye

Pirsa serxwebûna Kosovayê îro tayîn dibe li dadgeha navneteweyî ya NY li Haagê. Ew dê biryarê bidin li ser çawaniya hiqûqî ya qetîna Kosovayê ji Sirbîstanê ya di sala 2008’an de.

Heta niha, Swêd jî di nav de, 69 welatan serxwebûna Kosovayê nas kiriye, lê Sirbîstanê îlana serxwebûnê qebûl nekiriye, mîna sûcekî dijqanûnî dîtiye û bêdilî û gazinên xwe li cem NY diyar kiriye.

Biryara dadgehê tenê şîretkar e ango ne ferz e, û li bendê ye bi şêweyekî wiha formule bibe ku nikaribe bê bikaranîn ji aliyê kêmeneteweyên din yên ku doza serxwebûnê dikin.