GÖTEBORG

Lêpirsîna terorîzmê betal bû

Lêpirsîna li dijî wan sisê kesên ku bi şika pîlankirina çalakiyeke bombeyî li bajarê Göteborgê hatibûn girtin, bi temamî hat rawestandin. Vê biryarê serdozger Tomas Lindstrand da û îstixbarata Swêdê Säpo jî radighîne ku tu şik li ser van hersê zilaman nemaye.

Yek ji wan zilamên ku bi operasyoneke polêsên taybetî hatibûn girtin xêrhatina biryarê dike.

 - Ev biryar ji bo me suprîzek nebû. Em ji serî ve dizanîbûn ku tu delîlek di derbarê me de di dest wan de tuneye. Tu qezenckarek vê bûyerê jî tuneye. Ew zerara ku vê bûyerê daye me û wan birînên li cem me peyda kirine gelekî mezin in, dibêje yek ji wan kesên bi şika amadekirina çalakiyeke bombeyî hatibû girtin.

Roja înê ya 29 cotmehê polês bi daxuyaniyek alarm da ku dê li bajarê Göteborgê çalakiyeke bombeyî were lidarxistin. Roja din, avêtin ser malên sisê kesan û polês bi bikaranîna zorê zilaman li pêş çavên zarokên wan girtin. Yekser dawiya wê hefteyê hersê zilam hatibûn berdan.