Girêdana kesê 38-salî ya bi mêrkujiyên kevin

Teşkîlata polêsê Skåneyê dê li derbarê wî zilamê 38 salî de ku duh ji ber mêrkujî û ceribandina mêrkujiyê li Malmöyê hat girtin, lêkolînên nû çê bike û binêre ka ew dikare bi çend kuştinên din yên berê re were girêdan.

Yek ji wan bûyeran kuştina dido zilamên li semta Lindängen ya Malmöyê ya sala 2003’an e. Herdû zilamên kuştî biyanî bûn, radighîne rojnama Svenska Dagbladet.

Kurê yek ji zilamên hatiye kuştin dibêje demeke kin berya bavê wî were kuştin, ji wan re telefoneke ecêb ji klubeke nîşangirtina çekan hatiye kirin. Zilamê 38 salî yê girtî, demeke dirêj e li Malmöyê endamê çend ji van kluban bû.