Li YE nakokiya qedexeya kirîna seksê

Kirîna seksê ji goriyên mirovfroşan dikare di hemû welatên YE de neqanûnî be.

Ev pirsek e ku Parlementoya Ewrûpayê (PE)  li ser disekine ji bo lidarxistina qanûnek li dijê bazirganiya mirovan.

Roja pêncşemê parlemento bi Konseya Weziran ve li ser pêşniyaza kanûnê lihevhatinek dê pêk bîne, lê dijberiyek tund li hember tawankariyê heye dibêje Anna Hedha Sosyaldemokrat ji PE, kul i ser vê pirsê kar dike.

-Wek mînak em di warê tawankarîya kesên ku bi zanebûn vê xizmetê ji goriyên mirovfiroşan krîne de,  li hev nakin. û ev jî heyf e, ji ber ku bê tawankarî  kanûn bê hêz e.

Ev di derbare sedhezar ,mirovên ku ji aliyê tora tawankariya ve li Ewrupayê tên firotinê.

Ev xebata han, piştî bazirganiya çekan, mezintirin xebat e, ku  nêzikê 2, 5 milyar euro cîroya wê ye, her sal dibêje Anna Hedh.

-Ew bêtir ji welatên hejar tên yên wek Ukrayna, Moldavya û Nigerya û ew bêtir têne paytextên mezin yên Ewrûpayê û heta niha statîstikeke birêkûpêk  nebûye ka hejmara wan çend e lê belê ev bi sed hezar kesan ve tê hesibandin ku piraniya wan jî zarok û jin in.

Pirî ji wan 79 ji sedê , rastê istisrmara sexê hatine, lê li Swêd ev pirsgirek ji welatên din di Yekitiya Ewrupayê de biçûktir e. Nêzikê  6000 kes salê de, ku ji welatên din pirtir e, lê ev kar  ji laşfiroşîyê bêtir, karên din ên mecborî ne, dibêje Jonas Trolle. Çavdêrê Kirîmînalê û lêkolînerê ji beşa bazirganiya mirovan li Citypolisên.

- Ez bawer dikim veşartina hejmara mezin ê  , istismarkirina hêza karî ye , û li ser ew

kesên ku parsekiyê dikin li vir, û dixwazim bêjim dibe ku hejmara  wan ji laşfiroşan  gelek zêdetir e, ji derveyê perspektiva Swêdî û ev jî, ji welatên din ên Ewrupayê cûdatir e.

Ev girêdaya ku em xwediyê hişktirîn  kanûnan in li Ewrupayê, dibêje  Anna Hedh.

- Li Swêdê em gelek rê çûne, bi kêmanî ji ber kanûna me ya kirîna seksê, ku herwuha wisa kiriye ku  em xwediyê kêmtirîn bazirganiya mirovan in  li Ewrûpayê.

Lê di gelek ji welatên endam de , laşfiroşî legal e û hikûmetên wan wek mînak li Almanya, Ingilistan, Hollandê li dijê tawan kirina kirînê ne;

- Gelek kes bi tirsin ji ber dê ev bê watêya , ku dê mirov êdi nekare seks bikire êdî.  mirov ditirse û li rewşa Swêd dinêre, û mirov difikire ku ispatkirina vê dê dijwar bibe , û herwuha mirov vê yekê jî difikire ku mêr hene, ku sex ji goriyên bazirganên mirovan kirîne, diçine cem polîs û ew dem mirov ditirse ku ew kes dê hevkariya ji çêtirkirinê ji bo  pêşerojê  nekin, lê belê ev tişên bi vê rengê tên çareserkirinê.

Lewra , hevkariya konseya weziran  di vê xalê dikare dijwar bibe, weka pêşnîyaza parlemenê ku dê alikariya dadmendî ya bêpere ji gorîyan re bidin. û  dê dewlemendiyên mirov firoşan ji wan bihata standinê. Roja pêncşemê mirov dixwaze bigihije llihevhatineke ji bo kanûnek nû, ku bi kêmanî, dê gelek welatan mecbor bike ku cezayê xwe bilind bike ji bo ku stareke baştir bidine gorîyan, û ew jî  kanûneke bixêrhatî ye dibêje  çavdêrê kiriminalê Jonas Trolle.

-Lihevkirineke  giştî  di hemû Yekitiya Ewrupayê tişteke gelek erênî ye. Dema mirov li ser tawankaryê vê tiştê gotûbêj dike gelek kes têdigihijin ku heta sala 2010 an de mirov wek malan, tên kirîn û firotinê ne maqul e.

Tê payîn ku ev talimata nû, dê wek kanûneke di welatên endam de di nava du salan de bê wergirtinê.