Extiyar dixwazin piştî teqawidiyê jî bixebitin

Yek ji sisê kesên navbera 61 û 65 salî dixwazin piştî temenê teqawidiyê jî kar bikin. Piraniya wan, ne ji ber mebestên aborî lê ji ber ku ew ji karkirinê hez dikin, vê yekê dixwazin. Daxwaza karkirinê bi nêzîkbûna sala teqawidiyê re xwe nîşan dide û her çendi nêzî 65 salî dibin, ev daxwaz xurtir dibe.

Di heman demê de sisê ji çar kesan, ji bo serîlêdana karekî nû, temenê xwe weke astengiyek dibînin.

Ev lêkolîn bi hevpeyvînên 800 kesên temen-mezin re ji aliyê şîrketa karpeydakirinên TNG ve hatiye kirin.