KRÎZA SOSYALDEMOKRATAN

Kongra awerte buharê dicive

Seroka Sosyaldemokratan Mona Sahlin ku îro serokên rêxistinên herêmî ji bo civîneke krîzê civand da zanîn ku ew ê kongreya awarte ya partiyê di destpêka buharê de li darbixin.

Sahlin berê gotibû kongre gulan an jî hezîranê de dê li darkeve, lê ji ber aloziya rû daye ew ê kongre gavekî zûtir pêk bînin. Mona Sahlin dibêje gelekî pirsgirêkên siyasî li benda çareseriyanin û xuya ye rêvebiriya ser kar ne xwedî baweriya ji endamên partiye ye.

Sosyaldemokrat îro bi serokên rêxistinên herêmî re dido civînên krîzê li dar dixin. Sedemê van civînan biryara Mona Sahlin e ku divê hemû endamên kargerî û rêvebiriya partiyê di kongreya awarte de cih û berpirsiyariyên xwe pêşkêşî hilbijartinê bikin.

Rojeva civînên krîzê tune ye, lê sekreterê partiyê Ibrahim Baylan ji nûçeyên radyoya Swêdê re dibêje mijar ”pêvajoya amadekirina komîteyeke rawêj e”. Yanî avakirina komîteyeke rawêj ku dê di kongra awerte ya sala pêş me de ji bo musteweyên sereke yên partiyê namzet pêşniyaz bike.