Wezîra edaletê Beatrice Ask li Malmöyê

Wezîra Edaletê Beatrice Ask îro bi armanca wergirtina agahiyên li ser lêpirsîna zilamê 38 salî ku ji ber mêrkujî û ceribandina kuştinê hatiye girtin çû bajarê Malmöyê.

Tecrûbeyên ji operasyona mezin ya polês li Malmöyê û dewriyegerîna zêdeyî 50 polêsan li tax û kolanên Malmöyê nîşan dide ku divê polês danûstendinên xwe yên bi gel re ferehtir bike.

- Di saya vê de bêtir agahî û giliyên giranbiha yên li derbarê tewanên din de gihaye wan û ne tenê di warê gulebarandinan de, dibêje Beatrice Ask.