Ciwanên kurdên Sûriyê kongireyekê li Swêdê li dar dixin

7:20 min

Dê di dawîya vê heftîyê de, di 3 û 4-ê meha îlona/septembera de ciwanên kurdên Sûrîyê kongireyekê li parlamana swêdî li Stockholma paytext li dar bixin. Tê de dê armancên ciwanên kurd û pêşketinên rewşa siyasî li Sûrîyê bên şîrove kirin.

Mohamad Seyda yek ji endamê komîteya amadekar ya kongireyê ye û ew behsa armancên wê yên serekî dike.