Konferansa Kurdistanî li Amedê

8:06 min

Dawiya hefteyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek derdorên siyasî konferansek berfireh ya bi navê ”Li Tirkiyê Konferansa Kurdistanî” pêk hat. Partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê BDP, HAK-PAR û KADEP jî di nav de bi dihan komele û rêxistin beşdarî konferansa durojî bûn.

Hevpeyvîn bi du kurdên ku bi salan li Swêdê jiyan e:
Lutfî Baksî, yek ji amadekarên konferansê wek yekîtiya bakurê Kurdistanê dibîne, lê siyasetmedar  Ibrahim Guclu rexnegir e û dibêje: "Konferans erêkirina bernama PKKê ye".

Dawiya hefteyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek derdorên siyasî konferansek berfireh ya bi navê ”Li Tirkiyê Konferansa Kurdistanî” pêk hat. Partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê BDP, HAK-PAR û KADEP jî di nav de bi dihan komele û rêxistin beşdarî konferansa durojî bûn. Bi armanca tevlîbûna konferansê ji Swêdê jî çend kesayetên kurd cûbûn û hejmarek ji beşdaran jî bi salan li Swêdê jiyan e. Yek ji van siyasetmedaran Lutfî Baksî ye. Baksî berya çend salan ji Swêdê vegeriyabû welêt û ew vêga cîgirê serokê KADEPê ye û yek ji amadekarên konferansa Kurdistanî bû. Me hevpeyvînek ser telefonê bi Lutfi Baksî re kir û jê pirsî bê konferans çawa derbas bû.

Wêneyê ku Baksî da pir ronî ye. Bi tevlîbûna 22 rêxistin û komelan 180 kes beşdarî konferansê bûne, di platformek azad de Kurdistaniyên xwedî bîr û baweriyên cuda daxwazên xwe gotine û di dawiyê de daxuyaniyek belav kirine. Baksî konferansa dawiya hefteyê wek yekîtiya bakurê Kurdistanê dibîne û dibêje kurdên bakur vêga bi yek dengî wê tevlî Konferansa Netewî ya li Başûrê Kurdistanê bibin û hêvî ew e ku li wir Konferansa Netewî ya çar parçên Kurdistanê bê avakirin.

Kurdek din ku ji Swêdê barkiriye Diyarbekirê û di qada siyasî de çalak e Ibrahim Guclu ye. Ew beşdarbûna berfireh û konferansa ku her kesî karî ye bi azadî fikr û ramanên xwe bîne zimên girîng dibîne lê rexneyên wî hene û konferansê wek "erêkirina bernama PKKê" bi lêv dike.