
Xelkê Samî tûşî nijadperestî û cûdakariyê dibin
Cûdakiriya li dijî samiyan zêde bûye van demên dawiyê, li gorî navenda samî ya dij nijadperestî û cûdakariyê. Malên tradîsyonel yên samî hatine şewitandin û lewheyên deverên samî jî hatine xerakirin. Helena Nejne ya li bajarê Åsele şok bû dema dît ku li lewheyekê navê samî yê bajêr, Sjeltie, hatiye jêbirin.
- Mîna ku hinekan şeqamek li rûyê min xist. Ez tirsiyam ku nikaribim xwe bigihînim malê. Mirov ditirse ku bela xwe di zarokan de jî bidin. Ez naxwazim ku mirovên temenmezin vî ezabî bidin zarokên me, Helehna Nejne dibêje.
Helena Nejne wekî din diyar dike ku ew ditirse ku bela xwe di zarokan wan de jî bidin, ez naxwazim mirovên temenmezin vê tahdê li zarokên me bikin, ew dibêje.
Ev demek e ku li lewheyên herêma Lapplandê navên deveran yên samî jî tê nivîsîn.
Niha ew lewhe tên xerakirin li deverên Härjedalen, Jämtland, Västerbotten, Norrbotten û li Norwêcê. Lêkolînek ku Ombudsman ango Nûnerê dijî cûdariyê, DO, çêkiriye jî piştrast dike ku nijadperestiya dij samiyan zêde bûye li bakurê Swêdê.
Nûnerê navenda Verddeviussi ya dij nijadperestî û cûdakariyê Lars - Nila Lasko dibêje nijadperestî hem zêde bûye û hem ketiye şiklên din:
- Xerakirina lewheyên bi zimanê samî her diçe zêdetir dibe. Samî hene ku bi şev bi kincên xwe yên samî newêrin derkevin derve, Lars-Nila Lasko dibêje.