Fatîha li ser dara berûyê!

7:01 min

Li cîhanê her roj bi sedan kes ji şer, xela û nexweşiyan tên kuştin yan dimrin. Di çaxek wiha de li Swêdê bi hezaran kes ji bo ku darek berûyê neyê birîn ketin nav tevgerê.

Ji bo parastina darê bi hezaran îmze li hev hatin komkirin, li ser navê darê di Facebookê de grûbek hat avakirin. Li ber darê, bi şev û roj nobet hat girtin. Resam hatin li vir wêne xêzkirin, muzîsyen hatin û li dora wê ji bo piştgiriyê stran gotin.

Gelo ev karê betala ye, yan hezkirina xwezayê ye?

- Ji bo ku dar neyê birîn me gelek çalakî kirin. Wek mînak me bi şev û roj nobet li ber girt, dibêje yek ji çalakvanên dara berûyê Sûdabe Şabanî.

Li ber avahiya televizyon û radyoya Swêdê darek beruyê hebû. Dihat gotin ku ev dar navbera 500-1000 salan kevn e, di wêneyên kevin yê Stockholmê de jî ev dar dihat dîtin.

Dara berûyê di nîvê rêyekê de bû, çiqlên wê ser rê de tewihabûn. Nivîsgeha trafîkê ya bajarê Stockholmê di cothmehê, ango miha dihan de biryar dabû ku di dawiya eynî mihê de wê bibire. Lê ji ber çalakiyan biryar du caran hat teloqkirin heya ku ew piştî mihekê, di dawiha mijdarê de, bi alîkariya 50 polîsan nîvê şevê hat birîn.

Belê dara beruyê, di dawiya miha cotmehê de hat birîn. Vêga serdanvanan dewsa darê mîna mextelê kuştiyekî tişe gul û kulîk kirine. Û xalek pir balkêş têkoşîna ku ji bo darê hat kirin bû.

Ji bo parastina darê bi hezaran îmze li hev hatin komkirin, li ser navê darê di Facebookê de grûbek hat avakirin. Li ber darê, bi şev û roj nobet hat girtin. Resam hatin li vir wêne xêzkirin, muzîsyen hatin û li dora wê ji bo piştgiriyê stran gotin. Binê darê di têkoşîna ku heyvekê ajot de wergeriyabû mîna qehwexaneyekê ku lê vexwarina germ û paste dihatin dayin.

Lê gelek kesan bi seyr û matmayî ev têkoşîn dişopandin. Yek ji wan kesan Celil Tan e ku bi baweriya wî divê van kesan ji bo tiştin girîngtir têkoşîn bidana. Wek mînak ji bo mafê xwe, bihayiya zikatê û ji bo rewşa xwendinê.

Lê ji çalakvanên darê Sûdabe Şabanî dibêje:

“Standarek din ya Swêdê heye. Divê mirov Swêd bi welatên din re nede ber hev. Eger em xwedî li maf û dewlemendiyên xwe îro dernekevin, Swêd jî dikare bikeve rewşa welatên din de.”

Li gor Şabanî têkoşîna tiştên mezin bi yên biçûk dest pê dike.

”Dema ez nû hatim Swêd ji me re digotin li Swêdê di sê beşên xizmetê de li qezencê naye nênerîn; ev hersê beş nexweşxane, lênerîna pîr û kalan û perwerde bû, lê îro di hersê beşan de jî em dibînin ku guhertin hatine kirin”.

Di vê navberê de çalakvanek din ya bi navê Clara Fornrättig xwe di ber me re dike û dibêje ”ez dixwazim dehlên Afrîka û Amerîka başûr jî biparêzim û vê dara beruyê jî biparêzim” Û îlave dike ”xwedîderketina li darê nayê wateya ku mirov xwedî li pirsgirêkên din yê meztir dernekeve”.

Lê bi raya Celîl dar ya dawî ye ku mirov li ser têbikoşe. ”Her roj ji şer û nexweşiyan insan tên kuştin û kesekî hat kuştin carek din nayê jiyanê. Lê tu îro darekê biçînî, salek din wê şîn bibe”, dibêje Tan.

Dara berûyê di nîvê du rêyan de bû. Li gor Nivîsgeha Trafîkê dar rizîbû û çiqlê wê êdî ji trafîkê re bûbû xeter. Lê çalakvan ne di wê baweriyê de bûn.

- Biryargir, li gorî Clara ji aliyê du yextiyaran ve hatiye girtin ku zanebûna wan ya derbarê darê de kêm e. Eger ew rêya hesinî di vira re bibin tozek ji bo wan arzantir tê, ji temayî û çavmiçî biryaek wiha girtine.

Sûdabe Şabanî balê dikişîne ser ciwaniya darê.

“Tabloyên ku qîmetê wan bi milyona ne yê Picasso û DaVinci mirî ne, lê li vir darek zindî ya nehîtî di nîvê rê de heye ku paşxana wê azmanê şîn e û herkes dikare lê temaşe bike. Ev tabloya herî spehî ya cîhanê ye”, dibêje Sûdabe Şabanî.

Rexneya Celîl ya li çalakvanan mirov ji gelek kesan dibihîze.

Dema ez di nav çalakvanên darê de digeriyam ez leqayî  dengbêjê swêdî Roland Von Malmborg bûm ku derbarê têkoşîna darê de agahî dida du turîstên Amerîkî û digot birîna darê ji bo rayedaran bûye mesela prestîjê.

Dengbêjê swêdî dema dibihîze ku ez kurdim dest bi stranek kurdî dike.