Darezandina terorê de sisê beraat

Sisê kesên ku li bajarê Göteborgê bi îdîaya pîlankirina kuştina karîkaturîst Lars Wilks dihatin darezandin bi hukmê dadgehê ku îro berat kirin. Lê li hêla din ve ew ji ber binpêkirina qanûna kêran cezayê pare girtin. Her sisê xort şeva berya 11 îlonê bi şika ku amadekariya çalakiyeke terorîstî dikin di operasyoneke balkêş ya polês de hatibûn girtin. Lê piştî dawîbûna darezandina berya cejna Noelê her sisê kes hatibûn tahliyekirin. Ev jî weke berata wan hatibûn şîrove kirin.