Li Malmöyê şikdarekî din hat girtin

Li Malmöyê miroveke din hat girtin ku şik jê tê kirin tiliya wî di kuştinên dawî yên li bajêr heye. Ew roja dûşemê ji ber qanûna tewankariya çekan hat girtin. Lê nayê zanîn ka gelo ev çeka li ser wî kesî hatiye girtin di kuştina 3 çile ya li taxa Lindängenê hatiye bikaranîn an na. Di avêtina polês ya li ser malekî de çend çekên din û sisê kesên din hatin girtin. Yek ji girtiyan bi starkirina tewankar tê sûcdar kirin.