Jimara bêkaran ne zêd û ne jî kêm bûye

Li gorî jimarên dawî yên ji Bûroya Îstatîstîkan ya Navendî (SCB) asta bêkariya li Swêdê ne zêde û ne jî kêm bûye. Di meha sibatê de 389 hezar kes an jî ji sedî 7.8ê hêza kar ya li Swêdê bêkar bûn. Jimara kesên kar dikin jî 4 milyon û 576 hezr kes bû, bi sala çûyî re qiyas zêdebûnek bi 18 hezar kesan.