Nûnerên emerîkî hewl didin Hemler vegerînin

Nûnerên Hêzên asmanî yên DYA, US Air Force, li Swêdê ne bi armanca ku firarê eskeriyê David A Hemler qane bikin ku bi riza xwe vegere DYA û li wir derkeve pêşberî dadgehê. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, pênşemê doh piştî nîvro nûnerên emerîkî li Stockholmê bi parêzera Hemler Emma Persson re hevdîtinek saz kirine. Di şîrveyek xwe de David A Hemler di derbarê daxwaziya DYA gotiye ku heta ku ji wî re tu gerentî neyê dayîn ew venagere.  

Serpêhatiya David Hemler di 16 hezîrana îsal de eşkere bû dema wî ji rojnameya Dagens Nyheter re behsa reva xwe a ji binkeyek asmanî li Augsburgê kir. Wî behs kir ew di sala 1984 de çawa hat Swêdê û li vir jiyanek nû çêkir. Malbata wî a li Swêdê çîroka jiyana wî nizanîbû û merivên wî ên li DYA digotin qey ew miriye.