Perexistineke mezin bo lêkolîna elîtan

Di deh salên bê de wê hikûmet sê milyar kron deyine ser lêkolîna elîtan, ango lêkolîna kesên têr zana di vî warî de. Li gor wezîrê perwerdeyê Jan Björklund lêkolîna ku îro heye bi pêwîstîya têrzanayên li pêș e.

-Eger Swêd xwe li ber hevrikîya global ya pêșerojî bigire, wekî nimûne ji Çînê û Hindistanê wê demê em divê asta encamên di lêkolîna swêdî de bilind bikin. Björklund dibêje em li Swêdê jêhatî û zîrekin di berfirehkirina warê lêkolînê de lê em gerek giranîyê deyinin ser wan yên herî li pêș, lêkolînerên têr zana. Ew yên karin xwe bigihînên serketinên herî mezin.

Ew sê milyarên ku hikûmet dixwaze deyine ser lêkolîna elîtan, wê bên dabeșkirin li gor kvalîteyên warên cuda. Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund îro di rûpela șîroveyê ya rojnameya Dagens Nyheter de dinivîsîne ku dê perexistinên di lêkolîna kivalîteya bilind de pêșdexistî be.

Ew lêkolîna ku ser asteke navneteweyî serketî dibe dê bê xelat kirin. Û Jan Björklund dixwaze jî giranîyê deyine ser bernameyeke elîtan ya taybetî bo gencan ya wê ji alîyê konseya zanistîyê, Vetenskapsrådet ve bên saz kirin.

-Ev yeka derbarê peydakirina șiyanên nû ye jî, ew yên doktora kirine û di destpêka karîyerê xwe yê lêkolînerîyê de ne. Ku em di zûtirîn dem de bi ser wan kesên xwedan șîyan û mercên herî baș ve bin. Û ew wê demê berdestbûneke baș werdigirin. Björklund berdewam dike û dibêje ku ez baș dibînim ku em lêkolînerên zîrek yên genc bikișînin Swêdê.

Em divê wê demê bo wan rakêșer bin û bêguman divê em miașekî bilindtir ji yê em li Swêdê fêr bûne bidin pêșkêșî wan bikin. Hikûmet herweha dixwaze imkan û derfetan saz bike bo lêkolînerên bicîbûyî da ku karê xwe deyinin ser projeyên bi rîsk û metirsîyên mezin.

Ev pêșnîyaz dê di pêșnîyazeke hikûmetê bo warê lêkolînê di meha dehan de, oktober bên pêșkêș kirin. Û ev perexistina ku Björklund behsa wê dike dê cihê be û ne tevlî vê pêșnîyaza hikûmetê be.

-Saman û pereyên din di warê lêkolînê de parvenabin. Em dixwazin perexistina di warê lêkolînê de bêhtir bikin.

Derbarê  perexistina ku Björklund behsa wê dike dengên rexnedar bilind bûne. Peyivdarê pirsên perwerdeyê yê partîya sosyaldemokratan Ibrahim Baylan dibêje armanc bi wê baș e lê soza sê milyar kron di deh salan de tenê awayekî mezinkirina pereya ye:

-Eger șagirdên lîsîseyê bo heman awayê hikûmetê jimartibana wê demê wê di notên xwe de bisernediketin. Ji ber ku ev buceya hikûmet datîne tenê bo salên bên e. w bi xwe derbarê 50 milyon kronî ye bo lêkolînerên genc û 250 milyon bo balkișandina lêkolînerên biyanî bo Swêdê. Lê ev yeka dûr e ji wan sê milyarên ku Björklund behsa wan dike.

Baylan dibêje demdirêjî di warê siyaseta lêkolînê de giring e, lê eger piștgîrî bo wê di bloka siyasî ya din nebe wê demê eger hikim bên guhertin bêbandor dibe:

-Ez xala giring di vê yekê de dibînim eger agahdarîyeke deh salî bên dan, lê wê demê jî dê derbarê lihevhatineke ser sînorê blokên siyasî de baya û me jî pêșkêșîyên bi vî awayî pêșkêș kirine ji ber hem bo warê lêkolînê baș e û hem jî bo imkanên pirkirina kar û mezinbûnê jî, lê ta nuha me tiștek nebihîstîye ji bilî vê nivîsara șerxwaz.

Björklund di nivîsara xwe ya îro de dinivîsîne ku siyaseta lêkolînê di demke dirêj de bi zora civakî ya sosyaldemokratîk hatîye birêve birin. Û debarê vê yekê Baylan ev yeka nerast e û ew gotinên wî șerxwaz dibîn e:

-Berîya deh salan di dema wezîrê lêkolînê yê wê demê Tomas Östros de, perexistinên mezin di warê jîngehên lêkolînê yên astbilind de bo lêkolînerên herî biserketî bûn, îca Ibrahim Baylan dibêje ev behs û vegotin ne durist e.

Lê her dîsan jî Baylan pêșnîyaza Björklund ya sereke di vê pakêtê de, perexistina di warê lêkolînerên elît yên genc de û balkișandina lêkolînerên bilind yên navneteweyî bo Swêdê her baș dibîn e. Ew dibêje her me jî berîya nuha pêșnîyazên bi vî awayî pêșkêș kirine.