1,3 milyar ji bo yekkirina somaliyan

Hikûmetê serê vê sibê ragihand ku ew ê di butçeya xwe de, ji bo çar salên pêş me, milyarek û sêsed milyon kron ji bo wan şaredariyan veqetîne ku dê xizm û malbatên ji Somalîyayê koçê Swêdê dikin pêşwazî bikin. 

Lê ber êvarê hikûmetê hejmara ku aşkera kiribû sererast kir û got ku ji wan 1,3 milyar kronan tenê 600 milyon dê biçe ji  şaredarîyan re, 700 milyon jî dê bidin Daîreya karî (Arbetsförmedlingen).

Bi ya Rêxistina şaredarî û parêzgehan (SKL) û şaredariyên xwediyê nîfûseke mezin ya somalî ev pare bes nîn e, gereke hikûmet alîkariyeke mezintir ya aborî bide wan şaredariyên ku kufleteke mezin digirin stûyê xwe.

Li gorî hesaban dê di dema nêzîk de 27 hezar somalî bi armanca malbata xwe re bibin yek werine Swêdê.