Pereyên nû sor in

Bankeya navendî ya Swêd Riksbanken îro pereyên nû ku Swêd wê di 2016ê de bikarbîne dide nasandin. Tê pilankirin ku ji bo pereyên zîvî yên yek kronî hingî madena sifir bê bikaranîn.

Dukron jî wê rengê sor yê sifir be, lê pereyê pênckronî wê di rengê zêr de be.

Armanc bi guhertina maden di pereyên hesinî de wezina wan e. Sifir ji zîv siviktir e û danûstandina pêşin bi vî awayî wê arzantir bibe.