Perwerdeyeke bihêztir bo șagirdên biyanî

Yarmetîya aborî ya enstîtûya tendursitîya gel bo projeyên cuda yên li dij narkotîkayê tûșî rexneyan dibe. Her sal 40 milyon kronî didin, herçend ku ew nizanin eger ev pere fayideyê dikin yan na jî.

Yek ji rexnedaran Björn Fries e, sosyaldemokrat û yê berîya nuha kordînekarê siyaseta narkotîkayê bû:

-Beșekî mezin ji van pereyên em datînin ser karê pêșî lêgirtinê di warê pabendî û neçêbikaranînê de bo projena diçe ku yarmetîya wan kesan dikê yên her nediketin van astengîyan de.

Nîvîyê van pereyan bo rêxistinên bi bîr û bawerîyên taybetî, wekî nimûne bo bo rêxistinên Ungdomens nykterhetsförbund, IOGT-nto, Non smoking generation û KRIS diçin.

Rêxistina tevgera kesên venexwarî û hișyarên sipî, Vita Nykterhetsrörelsen     300 000 kron bo projeyekê wergirtin, projeyek derbarê perwerdekirina ciwanên xiristîyanî bo lênerîn û alîkarîya zarokên kesên narkotîkayê bikartînin.