Özz Nûjen xelata perwerdeya gel wergirt

Komîdîsiyen Özz Nûjen doh xelata Folkbildarforum bo sala 2013 wergirt. Folkbildarforum, konferanseke salan e ye derbarê mamosteyên pêşerojê û xelata wan digihêje kesekî yan grûpekê ku li gor nerîna Folkbildningsforum, Foruma bo perwerdeya gel, karekî baş dike bo warê zanebûn û perwerdeya gel.

Xelata wan diplomek e û stîpendiyek 10 000 kronî ye. Xelatgirê vê salê jî Özz Nûjen e, yê li gor nerînên juriyê yek ji rexnegirên herî baş û tûj yên civakî ye, yê bi humor ango rûxweşî û pêkenîn, bi wêrekî û çalakiyeke mezin ji bo pêkvejiyana li Swêdê xebat kiriye.